Karwanê duyem ê koçberên Efrînê sibê bi rê dikeve

  • 13:27 3 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl, ragihand ku karwanê duyem ê koçberên Efrînê ku niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, sibê ber bi cih û warên xwe ve bi rê dikeve.
 
Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl derbarê vegera koma duyemîn a koçberên Efrînê de li ser hesabê xwe yê medya civakî (X) daxuyaniyek weşand û agahiyên der barê dem û cihê birêketina karwanê duyem de parve kir.
 
Mehmûd Xelîl, Peymana 29'ê Çileyê bi bîr xist û ev agahî dan: “Di çarçoveya pêkanîna berpirsiyariya me ya mirovî û erkê me yê neteweyî li hemberî gelê me û ji bo dewamkirina hewldanên ji bo birêxistinkirina vegera koçberan, dê karwanê duyem ê xelkê me yê koçber ber bi Efrînê ve were rêkirin. Ev gav di çarçoveya lihevhatinên ku berê hatine kirin de pêk tê, bi taybet piştî nirxandina erênî ya vegera karwanê yekem ê ku bi ewle li cih û warên xwe bi cih bûn.”
 
Li ser hejmara koçberên vegerin jî Xelîl wiha got: “Karwanê ku ji 200 malbatan pêk tê, dê sibê demjimêr 06:00’an li Çarxerêya Şehîd Yûsif Gulo ya bajarê Qamişlo kom bibin û ji wir di riya M4’ê re berê xwe bidin bajarê Efrînê. Em piştrast dikin ku em ê xebata ji bo vegereke bi ewle û rêxistinkirî ya hemû xelkê me berdewam bikin. Em ji gelê xwe yê ku navê xwe di nav vê karwanê de qeyd kirine dixwazin ku di dema diyarkirî de li cihê hatiye nîşandan amade bin, da ku karwan li gorî bernameya hatiye dayîn bi rê bikeve. Em hêviya selametî û ewlehiyê ji bo wan dixwazin.”