Kesên tevli mîhrîcanê bûn: 4'ê Nîsanê rizgariya me ye

  • 10:06 4 Nîsan 2026
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya - Evîn Çîftçî
 
RIHA - Jinên di mîhrîcana ku ji bo pîrozkirina 77 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin de axivîn, diyar kirin ku Abdullah Ocalan nûnertîya azadiya jinan dike û anîn zîman ku ew dixwazin vê rojê bî mîmarê şoreşê re pîroz bîkîn.
 
Mîhrîcana Amara ku bi dirûşma "Ber bi Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk bi Rêbertiya Azad" re ji bo bîranîna 77 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin, di roja xwe ya çaremîn û dawî de berdewam dike. Mîhrîcana ku bi rojan e berdewam dike, tevlîbûneke mezîn lê heye û eleqeyeke zêde dîbîne, her roj mirovên ji her temenî qadê tijî dikin. Dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo" qet bî dawî nakin mirov bi şalên sor û kesk û cilên neteweyî li qadê amade bûn. Di mîhrîcana ku hêvî, coş û heyecan di lûtkê de bû, posterek mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla ciwanan ve hate hilgirtin.
 
Li qada ku peyam û daxwazên balkêş hatin qîrîn, jinan girîngiya yekîtiya neteweyî destnîşan kirin û diyar kirin ku çar perçeyên Kurdistanê bi yek ruhî yekgirtî ne. Azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza herî mezin a jinan bû û wan got, "Roja me bi rêberê me re hilat; ew azadî bû. Ev roj bi saya hewldanên wî ne. Rêberê me ew kes e ku vê têkoşîn, berxwedan û destkeftiyan zindî dihêle. Em dixwazin di zûtirîn demê de wî di nav xwe de bibînin. Em dixwazin rojbûna wî ya pêşerojê bi hev re pîroz bikin."