Servîsa ANF Hewramî dest bi weşanê kir
- 16:08 4 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ku bi gelek zimanan weşana xwe didomîne, xebatên xwe yên ji bo zaravayê Hewramî temam kir. Êdî xwîner dikarin nûçeyên Kurdistan û cîhanê bi zaravayê Hewramî jî bişopînin.
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ku di sala 2005'an de dest bi weşanê kiribû, tora xwe ya ziman bêtir berfireh dike. ANF ku heta niha bi zimanên Tirkî, Îngilîzî, Almanî, Erebî, Farisî, Îspanyolî, Rusî û bi zaravayên Kurdî yên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî weşan dikir, niha zaravayê Hewramî jî li servîsên xwe zêde kir.
ANF'ê ragihand ku xebatên teknîkî û edîtoryal ên ji bo zaravayê Hewramî bi serkeftî bi dawî bûne. Bi vê gavê re, xwînerên Hewramîaxêv êdî dikarin geşedanên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bi zaravayê xwe yê resen bişopînin.
Xwîner û şopînerên ku dixwazin servîsa nû ya ANF'ê bişopînin, dikarin li ser vê navnîşanê bigihîjin nûçeyan: hawrami.anf-news.com
Ev pêngava ANF'ê di dema ku têkoşîna ji bo parastin û pêşxistina ziman û zaravayên Kurdî di rojevê de ye, gaveke giring a medya Kurdî ye.







