Tuncay Sonel birin Erziromê
- 08:44 18 Nîsan 2026
- Rojane
DÊRSIM - Di çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel birin Erziromê.
Di ser windabûna xwendekara pola 2’yem a Zanîngeha Munzurê ku 6 sal derbas bû de pêşketinên nû berdewam dikin. Derbarê Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel de duh biryara binçavkirinê hatibû dayîn duh li Xarpetê hat binçavkirin. Tuncay Sonel birin Erziromê.
Di heman demê de ji ber daneyên Gulîstan Doku li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê hatin jêbirin, bi sûcê “tunekirina delîlan” duh li Bursayê Serbijîşkê wê deme Çagdaş Ozdemîr hat binçavkirin. Nayê zanîn ku gumanbar birine li ku derê.







