ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2026'AN
- 09:00 20 Nîsan 2026
- Rojev
*Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk da zanîn ku desthilatdarî der barê pêvajoyê de gavên şênber navêje, wekî ku her tişt temam e nîşan dide û pêvajo bandor li kolanê nake. DÎMEN HEYE
*Rêxistinên jinan diyar kirin ku geşedanên dawî yên di dosya Gulistan Doku de girîng in lê ji bo edaletê ev têr nakin. Jinan balkişandin ser polîtîkaya bêcezahiştinê û got divê lêpirsîn bi hemû aliyan bê berfirehkirin û pêvajo bi bandor bê meşandin. DÎMEN HEYE
* Jinan der barê êrîşên li hember dibistanan ên li Riha û Mereşê nirxandin kirin û diyar kirin ku tiştên tên jiyîn ne munferît e, pirsgirêka pergalê ye û divê demidlest pêşî li vê bê girtin. DÎMEN HEYE
* Bi doza Gulîstan Doku re, bûyerên tacîz û tecawizê yên li dijî jinên ciwan li Dêrsimê nû derdikevin holê. Hate îdiakirin ku gelek bûyerên tacîz û tecawizê yên têkildarî Nûnerê TUGVA’yê yê Dêrsimê Bariş Demîrcan, ji aliyê waliyê wê demê Tuncay Sonel ve hatine veşartin.
* 6 sal piştî windabûna xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku, kêmasiyên girîng ên di lêpirsînê de têne nîqaşkirin. Tevî gelek binçavkirin û girtinan jî, rola rayedarên payebilind ên wê demê ne diyar e û pirsên bêbersiv ên di dozê de bertekên raya giştî zêde dikin.
* Di lêpirsîna windabûna Gulîstan Doku de ku bi salan e wekî “winda” maye, pêşketinên nû derdikevin holê. Binçavkirin, girtin û delîlên nû derketin holê rêça lêpirsînê guhertin.
* Piştî ku Gulîstan Doku hat windakirin şûnde, derket holê ku îhbar û îfadeyên ku hatin nixumandin, nîşan didin ku Gulîstan gav bi gav ber bi kuştinê ve biriye. Ew rastiya ku îfade û îhbar bi tevahî hatine paşguhkirin û windakirin, careke din nîşan dide ka çi bi Gulîstanê hatiye kirin.
*Malbatê derbarê doza Rojwelat Kızmaz de ku lêgerîn bi hinceta "kamera nexebitîne" hatibû rawestandin, got, "Ew sê rojan li jineke ciwan a ku dikaribû di saetekê de bihata dîtin negeriyan; ev ne xemsarî ye, vê bi zanebûn wê ber bi mirinê ve biriye" û xwest ku doza Rojwelat Kızmaz ji nû ve were vekirin û berpirsiyar werin darizandin. DÎMEN HEYE







