Doza Gulîstan Doku: Gelek polîsan bi rêya sepana PolNetê gihîştine dosyayê

  • 11:06 20 Nîsan 2026
  • Rojane
Rojda Aydin - Şehrîban Aslan
 
DÊRSIM - Di doza Gulîstan Doku de, derket holê ku polîs ji gelek bajarên cûda gihîştine sîstema PolNetê.
 
Di ser windakirina xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku de 6 sal ku derbas bû de 15 kes hatin binçavkirin û ji wan 10 kes hatin girtin. Ligel girtinan di heman demê de her carê agahiyên nû derdikevin holê.
 
Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê daxwaz kir ku Qereqola Polîsan a Şehîd Nahît Bulut a Navenda Dêrsimê karta kurteya bûyerê ya ji projeya Tîma PolNetê ya derbarê bûyera “Birîndarkirina bi zanebûn” ya bi hejmara sûcê 2019/734 a bi dîroka 22’yê Îlona 2019’an û lîsteyek ji pêywirdarên ku bûyer ji roja ku di projeya tîmê de hatiye tomar kirin heta 29’ê Hezîrana 2020’an lêkolîn kirine, daxwaz kir.
 
Di belgeya şandî de wiha hat gotin: “Li gorî daxwaza hatî diyarkirin, lêkolîna bûyera birîndarkirina bi zanebûn a ku Gulîstan Doku tê de ye di tabloya tomarên serlêdana PolNetê de di heman dîrokê de, bûye sedema ku pelek excelê di stûna danasînê ya tabloya lêpirsîna lîsteya bûyerên dadwerî de ku pêvekirî ye, peyva ‘kurte’ hat şandin.”
 
Gihiştina dosyaya Gulîstanê ji bajarên cuda
 
Di dosyaya excelê de hat dîtin ku sepana PolNet li Dêrsim, Agirî, Antalya, Edene, Amed û Qeyseriyê jî hatiye têketin.
 
Hat dîtin ku di 6’ê Çileya 2020’an de ji Qereqola Polîsan a Şehîd Nahît Bulut a Navenda Dêrsimê hatiye vekirin û dozeke “Birîndarkirina bi zanebûn” danustandin hatiye kirin. Li gorî PolNetê, di 6’ê Çileya 2020’an û 7’ê Çileya 2020’an de navên kesên ji Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Dêrsimê du caran û her carê navendên fermandariyê yên cuda ketine nav yekîneyê, navê Gulîstan Doku de derbas bûne.
 
Hat dîtin ku Midûriyeta Şaxa Îstîxbaratê ya Agiriyê di 11’ê Çileya 2020’an de ketiye sepanê û her wiha Qereqola Polîsan a Şehîd Nahît Bulut a Navenda Dêrsimê jî ketiye sepanê.
 
Ji aliyê Daîreya Têkoşîna li dijî Terorê di 13’yê Çileyê de li Midûriyeta Şaxa Ewlehiyê ya Antalyayê, di 14’ê Çileyê de li Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê ya Dêrsimê, di 17’ê Çileyê de li Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê ya Edeneyê, di 25’ê Çileyê de li Buroya Asayîşê ya Alanyayê, di 11’ê Sibatê de li Buroya Kesên Winda ya Midûriyeta Şaxa Asayîşê ya Amedê, di 4’ê Adarê de li Qereqola Polîsan a Şehîd Resul Erdal Aydemîr a Kayseriyê û dîsa di 8’ê Hezîranê de li Midûriyeta Koma Sûcên Narkotîk a Alanyayê sepan hatiye kirin.
 
Ji birîndarbûna bi zanebûn ber bi mirina bi guman
 
Her wiha, dozgeriyê navên kesên ku ketine sepana PolNet ku tenê ji bo polîsan peyda dibe û di rewşên ku sûcê “birîndarkirina bi zanebûn” veguheriye “întîxarê” de rewşên guman dîtine, xwest. Ji ber gumanê ku sepana PolNetê jî hatiye bikaranîn û ji ber îhtîmala destwerdana tomarên li wir, dozgeriyê navnîşek polîsên ku di navbera salên 2019 û 2020’an de gihîştine doza Gulîstan Doku li dosyayê zêde kir. Nayê zanîn ka gelo ev polîs wê bên lêpirsînkirin an na.