Konferansa ‘Komunê’: Em bi hev re civaka demokratîk ava bikin
- 12:30 22 Nîsan 2026
- Rojane
MÛŞ - Neslîhan Şedal di konferansa Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk ên DEM Partiyê de axivî û got: “Ji bo jiyana komunê berpirsyartî li ser milê her kesî ye. Em bi hev re bi ruhê komunê civakê ava bikin.”
Konferansa Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku di navbera 18-30’ê Nîsanê de tê lidarxistin, li Mûşê di roja duyemîn de didome. Konferans, bi dirûşma “Komun şaredarî ye, şaredarî komun e” li Eywana Konferansê ya Mûş-Bursa Kardeşlîgiyê tê lidarxistin. Ji bajarên Erzirom, Mûş, Agirî û Îdirê jî gelek kes tev li bûn. Li eywana konferansê pankartên "Em bi vîna jinê komunan; bi rêveberiyên xwecihî civaka azad ava dikin”, “Komun şaredarî ye, şaredarî komun e” hatin daliqandin. Konferans, bi rêzgirtinê dest pê kir û bi sînevîzyonê domiya.
Piştre jî Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku li şûna wê qeyûm hatiye avakirin axivî. Neslîhan Şedalê diyar kir ku divê jin xwe bi ruhê komunê birêxistin û got: “Ji bo civakeke demokratîk berpirsyartiya her kesî heye. Bedelên giran hatin dayin. Hevalên me di girtîgehan de têdikoşin. Hewceye em bi vê bîr û baweriyê ji bo civaka demokratîk xwe birêxistin bikin. Em baş dizanin ku li Kurdistanê her cureyên bişaftin û şerê taybet tên meşandin. Polîtîkayên komkujiyê yên giran hatin meşandin. Qetilkirina jinan roj bi roj zêde dibe. Em vê rastiyê di Gulistan Doku, Narîn Guran û Îpek Erê de dibînin. Azadiya civakê girêdayî azadiya jinê ye. Ji bo jiyana komunê berpirsyartî dikeve ser milê herkesî. Em bi hev re bi ruhê komunê civaka demokratîk ava bikin.”
Konferans piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî domiya. Konferans, dê piştî nirxandinên di rûniştina duyemîn de bi dawî bibe.







