ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2026'AN

  • 09:00 23 Nîsan 2026
  • Rojev
 
* Rêxistinên jinan û aktîvîstan diyar kirin ku di bin şer, xizanî û binpêkirinan de dikevin 1’ê Gulanê û bang li jinan kirin ku 1’ê Gulanê de li qadna bin. Jinan diyar kirin ku têkoşîna jinan ji têkoşîna çînî serbixwe nîne û gotin wê di serî de li Taksîmê û her derê dengê xwe bilind bikin. BI DÎMEN 
 
* Komeleya Yaşamevî ya Jinan ku li taxên Sirrin û Maşuk bi 200 jinî re hat gel hev û piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk da, xebatên xwe berfireh dike. 
Endamên komeleyê û hîndekarên wê wiha gotin: “Em her tim bi jinan re di têkiliyê de ne. Jinên nikarin xwe bigihînin me em xwe digihînin wan.” BI DÎMEN
 
* Ji Baroya Amedê parêzer Ekîn Ozdemîr derbarê pêşketinên di dosya Gulîstan Doku de axivî û balkişand ser polîtîkayên bêcezahiştin, reşkirina delîlan û bandorên siyasî yên di dosyayê de hatine meşandin û got cînayetên jina pirsgirêkek polîtîk e. BI DÎMEN  
 
* Gundiyên bertek nîşanê panelên GES’ê yên li ser erd û mêrgên wan hatine avakirin û got: “Dest nedin axa me. Jiyana me ji destê me negirin. Em vê axa ji me re mîrateya maye dixwazin ji neviyên xwe re bihêlin. Gundê me ne yê firotinê ye. GES’an rawestînin.” BI DÎMEN