Meclisa Wêjeyê dê ji bo Cejna Zimanê Kurdî bernameyan li dar bixe
- 12:09 6 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî dê li Qamişlo û Tirbespiyê rêzeçalakî werin lidarxistin.
Meclisa Wêjeyê ya Rojava-Qamişloyê bi dirûşma “Zimanê me mafê me yê rewa ye” bi rasthatina Cejna Zimanê Kurdî (15`ê Gulanê) li çend rojan li bajarên Qamişlo û Tirbespiyê dê çalakiyan li dar bixe.
Bername wiha ye:
9`ê Gulanê wê li Pirtûkxaneya Şilêr a li Qamişloyê şevbuhêrkek were lidarxistin, saet 17:00.
10`ê Gulanê dê li Pirtûkxaneya Şilêr a li Qamişloyê çalakiyek were lidarxistin, saet 11:00. Danê êvarê saet 19:00`an jî dê fîlmê bi navê “Textê Reş” were pêşandan.
10`ê Gulanê dê ji bo zarokan li Pirtûkxaneya Şilêr a li Tirbespiyê saet 17:00`an çalakî were lidarxistin.
11’ê Gulanê li Pirtûkxaneya Şilêr a Tirbespiyê saet 17:00`an şevbuhêrkeke wêjeyî were lidarxistin.
11`ê Gulanê wê ji bo zarokan li Pirtûkxaneya Şilêr ya li “Parka Azadî” ya li Qamişloyê çalakiyek bê lidarxistin, saet 17:00.
11`ê Gulanê li Pirtûkxaneya Amara ya li Qamişloyê der barê zimanê kurdî de semînerek were lidarxistin, saet 17:00.
Pêşangeh
Di 12, 13 û 14`ê Gulanê de dê li Pirtûkxaneya Şilêr ya Qamişlo bi beşdariya weşanxane û navendên Şilêr, SZK, HRRK, Jineolojî, Bindarok û Neqş, Amara, Yekitiya Nivîskaran, Yekitiya Rewşenbîran, Weşanên Aram, Kovara Şermola, Kovara Soryaz, nivîskar Salihê Heydo, nivîskar Ebas Îsmaîl û Pirtûkxaneya Rona ya Zaroka, Pêşangeha Pirtûkên Kurdî were vekirin.
Pêşangeh ji saet 10:00 heta 20:00`an vekirî ye. Dê di nava çalakiyên pêşangehê de xelatên kedê werin dayîn û pirtûk werin îmzekirin. Di 12`ê Gulanê de pirtûka Xwerist a nivîskar Ebas Îsmaîl, 13`ê Gulanê de pirtûka Pencereya Pêşîn û di 14`ê Gulanê de jî pirtûka Rojnivîsên Beybûnê a nivîskar û rojnamevan Kemal Necim were îmzekirin, ev dê saet di 17:00`an de pêk werin.







