Li Navenda Jiyana Bêgluten piştgiriya ji bo jiyaneke baş
- 12:15 8 Gulan 2026
- Rojane
AMED - Şaredariya Peyasê, bi boneya 9’ê Gulanê Roja Agahdariya Çolyakê, bi dirûşma “Em bi Hevkariyê li ba Hev bin” çalakiyekê li dar dixe.
Ev bername dê li Navenda Jiyana Bêgluten a di bin banê Şaredariya Peyasê de xebatên xwe dike birêve biçe. Di çalakiyê de dê li ser nexweşiya çolyakê û rêbazên parêziyê danişînên agahdarkirinê werin kirin. Her wiha dê bi muzîk, şahî û çalakiyên surprîz demeke xweş derbas bibe.
Agahiyên Çalakiyê:
•Dîrok: 9’ê Gulanê, Roja Şemiyê
•Saet: 12:00 – 14:00
•Cih: Navenda Jiyana Bêgluten







