ROJEVA 30'YÊ GULANA 2026'AN

  • 09:00 30 Gulan 2026
  • Rojev
 
*Parêzer û Hevberdevka Komîsyona Hiqûqî ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, têkildarî pêvajoya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de kir diyar kir ku aştiya mayînde tenê bi rêbazên demokratîk û hiqûqî mimkun e û got, "Veguherînek bo aştiya erênî pêwîst e." DÎMEN HEYE 
 
*Ayşe Karadag a koçeriyê li bilindahiyên Çiyayê Agiriyê, dike, diyar kir ku bê ewlehiya aborî û darayî xwedîkirina ajalan ne domdar e û li hember lêçûnên hilberînê yên zêde û şert û mercên guherbar wiha got, "Mesref pir zêde ne, lê dahat tune ye." DÎMEN HEYE 
 
*Ahenga mezin a di navbera masîpankan û teyravan de yên ku ber bi Benda Masiyan a Erdîşê ve koç dikin vediguhere dîmenek xwezayî û kesên ku temaşe dikin bala wan dikişîne. DÎMEN HEYE