Li Amedê bîranîn: Bila herkes bizanibe em bi zarokên xwe serbilind in

  • 10:43 10 Îlon 2026
  • Rojane
AMED - Di merasîma bîranînê ya gerîlayên şehîdbûn de, malbatan serbilindiya xwe ya li hember zarokên xwe anîn ziman û diyar kirin ku divê her kes şahidiyê ji vê hestê re bike.
 
Merasîma bîranînê ya ji bo gerîlayên HPG û YJA-STAR'ê yên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, li saloneke navçeya Rezan a Amedê di pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) ve tê lidarxistin. Xizmên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û bi sedan kesên din beşdarî çalakiyê bûn. Postereke mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarteke bi nivîsa "Şehîd namirin" li salonê hatin daliqandin, herwiha alên zer, sor û kesk û wêneyên şehîdan li ser maseyan hatin danîn. Beşdaran dirûşmên  "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.
 
Bîranînê bi rêzgirtina ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir.
 
 
‘Em bi zarokên xwe serbilind in’
 
Malbat di nava tilîlî û dirûşmên "Bijî Serok Apo" de ketin salonê,  li wêneyên zarokên xwe nêrî nû gotin: "Em bi we serbilind in. Wêneyê me bikişînin da ku bibînin ka em çiqas serbilind in. Tirsa me ji kesî an tiştekî nîne. Em nagirîn; em bi zarokên xwe serbilind in."
 
 
Li gelek navçeyan bîranîn
 
Li navenda navçeya Erganî, Hanê, Pasûr, Karaz, Farqîn, Bismil, Çinar û Licê, bîranîn hatin lidarxistin. her wiha li gundên Erxeniyê, Pasûr Karaz û Çinarê yên  Xendeq; Şênê, Hewrê, Deyas; Mehmediye, Şikefta û Lasileyn; Elwendî û Hems û Kiledale jî bîranîn hatin lidarxistin.