ROJEVA 02'YÊ COTMEHA 2026'AN

  • 09:00 2 Cotmeh 2026
  • Rojev
 
* Kordînatora Projeya Komeleya Ewil Zarok Hîvran Tîmur da zanîn ku sedema esas a xebitandina zarokan şertên aboriye û got: “Bar û berpirsyariya zarokan li zarokan tê barkirin. Ji bo pêşî li vê bê girtin divê îstîhdama bi ewle, perwerdehiya bê pere û li taxan kreşên bê pere bikevin jiyanê.” BI DÎMEN 
 
*Medîha Akay a li Hezexê dijî, bi fêkî û sebzeyên li baxçeyê xwe digihîne dest bi amadekariya zivistanê kir.  Medîha Akay da zanîn ku tu carê têkiliya xwe ya bi axê qût nekiriye û got: “Axa me nasname û zimanê me ye. Ji bo em çand, ziman û nasnameya xwe winda nekin em bi axê re eleqeder dibin.” BI DÎMEN 
 
"Tevgera Jina Azad têkoşîn û rêxistibûna xweser esas digire. Diyar dike ku bi hêz û hebûna jinê jiyan dikare biguhere. Ev afirandina nasnameyeke civakî ya di esasa nirxên jinê de û parastina nirxên jinê dihewîne. Peymana civakî ya jinê li ser ji nû ve avakirina civakê disekine. Bi peymana 
civakî ya jinê re afirandina hewlestek siyasî û alternatîf a bi perspektîfa azadiya jinê tê şênberkirin. Hişmendiya ku peymanê diafirîne her tim tê hîskirin." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Jinan der barê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de nirxandin kirin û diyar kirin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şert û mercên azad ên dikaribe bixebite bên afirandin. DÎMEN HEYE
 
*
AMED- Nagîhan Akarsel ku di temenê biçûk de dest bi lêgerîna heqîqetê kir  jiyana xwe da ser çîrokên jinan û seranserê jiyana xwe ya nedihat dîtin, hewl dida bide xuyakirin. Li gel ku di ser qetilkirina Nagîhan Akarsal re sal derbas bin jî  jin soza ku dane wê  tînin cih û wê didin jiyîn.