Xwendekarên Kobanê bertek nîşanî biryara Wezaretê dan
- 14:01 5 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Xwendekarên Kobanê li pêşiya zanîngeha Kobanê xwepêşandan li dar xistin û daxwaza mafên xwe yên xwendina li zanîngeha Kobanê û bi zimanê xwe kirin.
Xwendekarên Kobanê li pêşiya zanîngeha Kobanê li dijî biryara Wezareta Xwendina Bilind ya Sûriyeyê têkildarî kêmkirina fakulte û peymangehên li bajarê Kobanê û veguherandina wan bo zanîngeha Helebê, xwepêşandan li dar xistin û daxwaza mafên xwe yên xwendina li zanîngeha Kobanê û bi zimanê xwe kirin.
Di dema xwepêşandanê de xwendekaran daxuyaniyek dan, daxuyanî bi zimanê Kurdî hêla xwendekarê bi navê Cemal Ehmed û bi zimanê Erebî jî ji hêla xwendekarê bi navê Mihemed Mihemed ve hat xwendin.
Daxuyanya xwendekaran wiha ye:
“Em, weki xwendekarên Kobaniyê, ji ber girîngiya pêşeroja xwe ya akademîk û mafê In xwe yê xwendina zanîngehê li bajarê xwe, van daxwazan pêşkêşi Rêveberiya Zanîngeha Kobanê dikin. Hêvîdar in ku zanîngeh van daxwazan li ber çavan bigire û wan li hember Wezareta Perwerdehiya Bilind û Lêkolînên Zanistî û saziyên têkildar nîqaş û şopandinê bike, da ku mafê zarokên herêmê yê xwendina zanîngehê were parastin û taybetmendiya zanîngehê û rola wê ya akademîk were domandin.
Di qonaxa heyî de ku Zanîngeha Kobaniyê tê re derbas dibe û bi wê re rêbaz û gavên têkildari rêxistina rewşa zanîngehê û entegrekirina wê di nav pergala xwendina bilind de tên avakirin, divê em wekî xwendekar bi zelali fikar û daxwazên xwe yên têkildarî pêşeroja zanîngehê, beş û pisporiyên wê û xwendekarên wê derbibînin.
Saziyên têkildar ragihandine ku rewşa Zanîngeha Kobaniyê di bin lêkolînek akademîk, îdarî û teknîkî de ye. Ev lêkolîn bernameyên xwendinê, fakulte û peymamgeh, kadroyên akademîk û îdarî, her wiha binesaziya zanîngehê jî digire nav xwe.
ber vê yekê, em ji Rêveberiya Zanîngeha Kobaniyê van daxwazan dikin:
1. Parastina hemû fakulte, peymangeh û beşên heyî Em daxwaz dikin ku Rêveberiya zanîngehê ji bo domandina hemû beş û pisporiyên heyî yên zanîngehê bixebite û di pêvajoya rêxistina rewşa zanîngehê an entegrekirina wê bi Zanîngeha Helebê re, tu beş an pisporî neyê rakirin û neyê veguhastin derveyi Kobaniyê. Bi taybetî em van beşan ü peymangehan diyar dikin.
Fakulteya Zanistên Büjîjki yên Pratîkî: Bijijkariya awarte û laboratuwar.
Fakulteya Endezyariya Çandiniyê.
Fakulteya Hiqûqê.
Peymangeha Teknîkî: Hemşîretî, komputer û elektrik.
Peymangeha Muhasebeyê.
Peymamgeha Bilind a Ragihandinê.
Ji ber ku me dît ku ev fakulte û peymangek di mufadeleya sala xwendinê ya 2026-2027an de hatine jêbirin. Em daxwaz dikin ku ev fakulte û peymangeh bên parastin û neyên rakirin
2. Parastina mafên xwendekarên Kobaniyê ya xwendinê li bajarê xwe
Em daxwaz dikin ku zanîngeh ji bo parastina herî zêde ya beş û pisporiyên zanîngehê bo hundirê Kobaniyê bixebite û rê li ber xwendekaran neyê girtin ku ji bo domandina xwendina xwe biçin
Helebê an ji bajarên din. Ji ber ku ji bo gelek xwendekaran, xwendina li derveyî herêmê ne hilbijartineke hêsan e; ji ber lêçûnên rêwîtiyê, rûniştinê û jiyanê, her wiha şert û mercên civakî û aborî ku dibe sedem ku veguhastina bo bajarekî din bibe astengeke rastîn li ber domandina xwendina wan a zanîngehê. Hebûna zanîngehê li hundirê Kobanê dibe sedem ku xwendina bilind ji bo zarokên herêmê bêtir berdest û gihi?ti be, bi taybetî ji bo wan xwendekaran ku şert û mercên wan ên abori û civaki rê nade ku li derveyî bajarê xwe bixwînin.
3. Parastina ezmûna perwerdehiya bi zimanê kurdi
Em, xwendekarên ku bi salan di hawîrdoreke perwerdehiyê de xwendine ku zimanê kurdî tê de beşekî bingehîn bû, dixwazin vê ezmûna perwerdehiyê were parastin. Gelek mamoste ders û mijaran bi zimanê kurdî ji me re rave dikirin, û ev yek alikar bû ku em mijaran baştir fam bikin û bi wan re bêtir têkilî daynin.
Ji ber vê yekê, em ji zanîngehê dixwazin ku di her pêvajoya guhertinê an rêxistina akademîk de, cih û rola zimanê kurdî di pêvajoya perwerdehiyê de biparêze û rê nede ku ev ezmûna perwerdehiyê, ku bûye beşek ji rastiya zanîngehê û xwendekarên wê, ji dest biçe.
Her wiha, em daxwaz dikin ku ji bo domandina perwerdehiya bi zimanê kurdî, li gel zimanên ku di warê akademîk de hatine pejirandin, bixebitin; bi awayekî ku li gorî qanûn û rêziknameyên akademîk ên
pejirandi be.
4. Parastina paşeroja xwendekaran û newendabûna salên xwendinê
Em ji Rêveberiya zanîngehê daxwaz dikin ku piştrast bike ku xwendekarên ku niha dixwînin ji ber her guhertineke îdari an akademîk
neyên bandorkirinEv yek tê wê wateyê ku salên xwendinê yên ku xwendekaran temam kirine, bawername û dersên ku wan xwendine bên naskirin û pejirandin.
Her wiha, ji ber her guhertinê di girêdana zanîngehê an pergala wê ya akademîk de, xwendekar neyên neçar kirin ku salên xwendinê an dersên ku berê temam kirine ji nû ve bixwînin.
Her wiha, em daxwaz dikin ku her guhertineke pêşerojê berî pêkanîna wê bi awayekî zelal were ragihandin û xwendekar jî bi awayekî fermî ji wan guhertinan bên agahdarkirin.
5. Beşdarbûna xwendekaran di biryarên têkildarî paşeroja zanîngehê de Em daxwaz dikin ku deriyê diyaloga rasterast di navbera Rêveberiya zanîngehê û xwendekarên wê de were vekirin û berî girtina biryarên ku bandorê li pêşeroja akademîk a xwendekaran dikin, raya xwendekaran û fikarên wan bên guhdarkirin.
Her wiha, em daxwaz dikin ku mekanîzmayeke zelal were danîn ku xwendekar bikaribe daxwaz û şîroveyên xwe bigihîne Rêveberiya zanîngehê û zanîngeh jî, di roleke xwe de, van daxwazan li hember saziyên fermî yên perwerdehiyê temsîl bike.
6. Parastina navê «Zanîngeha Kobaniyê»
Em daxwaz dikin ku navê «Zanîngeha Kobaniyê» were parastin, ji ber ku ev nav ji bo gelê herêmê nirx û semboleke taybet hildigire.
Ji bo me, navê zanîngehê tenê navekî erdnîgarî nîne; di van salên borî de bûye beşek ji bîra perwerdehî û çandî ya bajêr. Her wiha ev nav bi xwendekar, mamoste, kadro û salên ku me di vê sazîyê de derbas kirine re girêdayî ye.
Ji ber vê yekê, em daxwaz dikin ku «Zanîngeha Kobaniyê» wekî navê fermî yê zanîngehê were parastın û pejirandin; bi awayekî ku hem nasîna îdarî û qanûnî ya zanîngehê were misoger kirin û hem jî navê ku ji bo zarokên herêmê xwedî semboleke taybet e were parastin.
7. Parastina taybetmendiya Zanîngeha Kobaniyê di pêvajoya rêxistin û entegrekirinê de
Em ji Rêveberiya zanîngehê daxwaz dikin ku di her gav û prosedûrên têkildari rêkxistina rewşa zanîngehê an tevlîkirina wê di nav pergala xwendina bilind de, taybetmendiya zanîngehê di van waran de biparêze.
Fakulte, peymangeh û pisporiyên xwendinê.
Zimanê perwerdehiyê.
Kadroyên akademîk.
Xwendekar û mafên wan.
Binesaziya perwerdehiyê û laboratuwar.
Domandina zanîngehê wekî saziyek perwerdehiyê ya çalak li hundirê Kobaniyê
Em tekez dikin ku her pêşxistin an yekrengkirina standardên akademîk divê ne bibe sedem ku derfetên xwendekaran kêm bibin an rola zanîngehê di herêmê de lawaz bibe.
Daxwazên me yên bingehîn
Em, xwendekarên Kobanê, daxwaza îmtiyazên taybet nakin; em tenê daxwaza parastina mafê xwe yê xwendina zanîngehê, wekhevîya derfetan û domandina zanîngeh û pisporiyên wê li hundirê bajarê xwe dikin”







