ROJEVA 14'YÊ COTMEHA 2026'AN

  • 09:00 14 Cotmeh 2026
  • Rojev
 
*Emîne Kart ku pêşangeha wêneyan bi navê Ardakalan’ ya Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê dike mijar, nirxand da zanîn ku kişandina wêneyan jî teşeyê têkoşînê ye û got armanca pêşangehê ev e ku ji bo siberojê bîrekê bihêle. DÎMEN HEYE 
 
*Endama lijneya rêveberiya KHM’ê ya Baroya Amedê Raperîn Akengîn der barê ‘Jin Edalet û Nobeta Bîrê’ de axivî û got: “Dikare pêşî li qetilkirin û tundiya li ser jinan bê girtin. Mekanîzma dikarin pêk bên. Mafê jiyana jinan dikare bê parastin. Em ji bo vê di nobetê de ne, dişopînîn û têkoşînê didomînin.” DÎMEN HEYE
 
* Faraşîn Berîtan Pirsûs ku 19 saliya xwe de li dijî zilma li ser Kurdan berê xwe da çiyan. Dayika wê Rahîme Demîr da zanîn ku ew bi mîrateya ku keça wê hiştiye serbilinde û got: “Di riyek paqij û bi rûmet de şehîd ket.” BI DÎMEN
 
*Ji Weqfa Stargeha Mor Çati Elîf Ege da zanîn ku di pêvajoya ku jin ji tundiyê tên durxistin divê hewcedariyên wan esas bên girtin û balkişand ser girîngiya piştgiriya bi zimanê dayikê û stargehên jinan ên serbixwe. DÎMEN HEYE