ROJE VA 23'YÊ COTMEHA 2026'AN
- 09:00 23 Cotmeh 2026
- Rojev
*Teşeyê tundiyê yên serdema modern, di rastiya dîrokî de teşe dibe û diguhere. Bi bandora zanist, dîrok û hunerê re, em dema beriya modernîteyê wek atmosferek tundiyê ya tarî xeyal dikin. Pêkanînên tundiya kêfî yên bê sînor ên kral û hukumdaran li ber çavên me zindî dibin. Darvekirin, îşkence, serjêkirin, gundên dihatin wêrankirin bê guman piraniya wan rast in.
*Muzîsyena Kurd Nudem Durak ku tê xwestin bi kampanya piştevaniya navneteweyî bê berdan, li girtîgehê li dijî pirsgirêkên tenduristiyê têdikoşe. Dayika Nûdem Durak Hatîce Durak wiha got: “Keça min dikare dengê xwe jî winda bike. Divê keça min bê berdan.” DÎMEN HEYE
*Parlametnera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş da zanîn ku statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêşketina pêvajoyê girîng e û got: “Divê Abdullah Ocalan demildest bi lijneyê re bê gel hev. Divê dest bi xebatan bê kirin û tecrîd bê rakirin.” DÎMEN HEYE







