Sevtap Akdag serbest hat berdan 2025-05-27 14:32:46     STENBOL - Ji bo Cîgira Hevseroka DEM Partiyê Sevtap Akdag biryara berdanê hat dayîn.   Duyemîn rûniştina doza ku Cîgira Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Sevtap Akdag, ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de hatibû girtin, bi sûcê "endamtiya rêxistinê" tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 25'emîn a Stenbolê hat lidarxistin. Nûnerên gelek partî û saziyan rûniştin temaşe kirin.   Rûniştinê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.   Dadgehê biryara tehliyeyê ji bo Sevtap Akdag da û rûniştin taloqî 30'yê Îlonê kir.