Ayşe Gokkan nehat berdan 2025-12-30 13:21:47   AMED - Berdevka berê ya TJA'yê Ayşe Gokkan a di rûniştina 3'yemîn a doza jê jinûve tê darizandin de tevî ku dozger û parêzer berdana wê xwestin nehat berdan.   Derbarê berdevkaTJA'yê ya berê Ayşe Gokkan de bi hincera “endamtiya rêxistinê” bi sûcdariya “Bi zenebûn û xwestin piştgirya rêxistinê kirinê” yek jê 12 sal yek jî 7 sal 6 meh 2 cezayên hefsê hatibûn birîn. Dadgeha Bilind xwest Ayşe Gokkan ji nû ve were darizandin. Di danişîna 3'yemîn a dozê de Ayşe Gokkan bi Pergala Deng û Dîmen (SEBGÎS) tev li danişînê bûn. Parêzer Berfîn Lutfiye Gokkan û Maharrem şahîn jî di danişînê de hazir bûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Salîha Aydenîz û gelek aktîvîstên TJAyê danişînê şopandin.   Dozgerî cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn bi bîr xist û xwest Ayşe Gokkan ji her du sûcdariyan yek bi yek were darizandin. Herwiha dozgerî dema binçavkirinê ya direj xwest berçav were girtin û xwest Ayşe Gokkan were berdan.   Ayşe Gokkan jî ji bo parastinê dem xwest û xwest were berdan.   Parêzerê Ayşe Gokkanê Muharrem Şahîn destnîşan kir ku sûcdariyên li muwekîla wê tên kirin di çarçoveya azadiya fikr û ramanê ye û got: “Tu delîlên şênber ên sûcdariyê nîn in. Muwekîla me 6 sal in di girtîgehê de ye.” parêzer Mûharrem Şahîn ji bo parastinê daxwaza demê kir.   Parêzer Berfîn Lutfiye Gokkan jî diyar kir ku muwekîla wê di pêvajoyên kovîd û erdhejê jî di hundir de hat ragirtin, ji Amedê birin Enqereyê û got: “Di girtîgehê de dayika xwe winda kir, 2 emeliyatan derbas kir. Bila dema girtinê berçav were girtin û were berdan.”   Dadgeh ji bo daxwaza demê ya ji bo parastinê pejirand lê belê tevî ku dozgerî û parêzer daxwaza berdanê kirin, Ayşe Gokkan berneda û danişînê taloqî 26'ê Adara 2026'an kir.