Ne ji îşkencekariyê lê ji rojnamegeriyê re ceza tê xwestin 2026-05-21 15:52:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê rojnameger Oznur Deger û Osman Akin ên îşkenceyê kiribûn nûçe de ceza hat xwestin.   Gerînendeya Nûçeyê ya JINNEWSê rojnameger Oznûr Deger û Rêveberê Karê Nivîsariya Rojnameya Yenî Yaşamê yê berê Osman Akin ên di 16ê Tîrmeha 2024an de îşkenceya fermandarê cendirmeyan Kamîl Aksoy ya li gundê Marînê yê girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê kiribûn nûçe. Bi gilîya Kamîl Aksoy derbarê rojnamegeran de doz hatibû vekirin. Di danişîna duyemîn a dozê îro li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê de hat lidarxistin. Dozgerî xwest rojnamegerbên cezakirin. Parêzerên Oznûr Deger û Osman Akin di daneşînê de amade bûn.   Dozgerî mutalaya xwe pêşkêş kir û xwest rojnameger bi îdiaya “nîşandana kesên di şerê li dijî terorê de erkdar in” werin cezakirin. Heyeta dadgehê danişînê ji bo parastin bên girtin taloqî 16 Hezîranê kir.   Çi qewimîbû?   Serokê Tabûra Komandoyê ya Cendirmeyan a Qoserê ya Mêrdînê Kamîl Aksoy li gundê Marînê yê girêdayî Nisêbînê di dema serdegirtina malê de îşkence li xwediyê malê kir. Rojnameger Oznur Deger û Osman Akin îdia û sepanên îşkenceyê kirin nûçe. Li ser giliya Kamîl Aksoy, Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê lêpirsîn da destpêkirin. Îdîanameya hatiye amadekirin ji hêla 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê de hat qebûlkirin. Îro duyemîn danişîna dozê hat lidarxistin.