24 sal cezayê hefsê li kiryarê tecawizê hat birin 2026-06-17 14:25:39   ŞIRNEX - Dadgehê li Yusuf Acar ê ku tecawizî 12 zarokan kiribû, 24 sal û 9 meh ceza birî.   Danişîna doza kiryar Yusuf Acar ê ku di sala 2025’an de li Şirnexê ji ber tecawizî 4 zarokan kiribû hatibû girtin û di pêvajoya darizandinê de derketibû holê ku tecawizî 12 zarokan kiriye. 6’emîn danişîna dozê li Dadgeha 3’yemîn a Cezayê Giran hat lidarxistin, faîl Yusuf Acar ê girtî bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Danişîn ji aliyê rêvebirên Navenda Piştevaniyê ya Jinan a Bêrîvan Kutlu ve hat şopandin.   Danişîna ku piştî tespîta nasnameyê hat destpêkirin, şandeya dadgehê 24 sal û 9 meh cezayê hefsê li kiryar Yusuf Acar birî.