Xwegîhandina hesabên X'ê yên têkildarî dosyaya Narin Güran asteng kirin 2026-09-24 15:41:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna derbarê kuştina Narin Güran de, biryara astengkirina gihîştina 99 hesabên X'ê hat dayîn   Di biryareke ku di 23'ê Îlona 2026'an de ji aliyê Dadgeriya 3'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê a Amedê ve li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedêhat dayîn, xwegîhandina 99 hesabên X'ê hat astengkirin. Di biryara dadgehê de hat diyarkirin ku ev parvekirin wekî naverokên ku dibe "bibin sedema hêrsa gel" an jî "çalakiyên ku armanc dikin baweriya bi pêvajoyên lêpirsîn û dozgeriyê kêm bikin". Herwiha, hat destnîşankirin ku dibe hin ji wan naverokan ji bo zarokan ku xwebigihînin jî xeterbin, ji ber ku dikarin bandoreke neyînî li pêşketina wan a psîkososyal bikin.   Dadgehê daxwaza Serdozgeriya Komarê qebûl kir û li gorî xalên 8/A-1 û 8/A-3 yên Qanna Hejmar 5651, biryar da ku xwegihîştina wan hesaban bê astengkirin..