Di doza destdirêjiya li Sêweregê de 3 gumanbar hatin berdan 2026-10-19 18:48:20   RIHA - Di doza jina ku li Sêweregê hatibû revandin û rastî destdirêjiyê hatibû de, di danişîna yekemîn de 3 gumanbar hatin berdan. Di danişînê de parêzerên faîlan bi gotinên xwe bertek kişandin ser xwe.   Danişîna yekemîn a doza derbarê revandin û destdirêjiyê jinê ya li navçeya Sêwereg a Rihayê, li 1emîn Dadgeha Cezaya Giran a Sêweregê hat dîtin. Aktîvîstên TJAyê, nûnerên OHD, ÎHD, Baroya Rihayê, DBP û DEM Partiyê tev li danişînê bûn   Di danişînê de serokê dadgehê daxwaza şahidên ku dixwestin bi kurdî îfade bidin red kir û ew neçarî axaftina bi tirkî kirin û daxwaza tevlîbûna dozê ya baro û rêxistinên mafên mirovan hat redkirin û tenê daxwaza Wezareta Malbatê hat qebûlkirin. Her wiha parêzerên faîlan meşrûkirina sûc, xêzên kesk, sor û zer ên li ser milê jinê kirin hincet. Parêzerê faîlan Murat Toprak jî bi pirsyarkirina “Çima întihar nekir?” êrîşeke derûnî pêk anî. Her wiha parêzerê cerdevan Şahîn Susen jî îdîa kir ku kiryarên muwekîlê wî di çarçoveya “xebatên pîşeyî” de ne.   Tehliyeya gumanbaran û taloqkirina dozê   Li ser biryara navberê, dadgehê ji bo Fatma Susen biryara hepsa malê, ji bo cerdewam Şahîn Susen û Halîl Susen jî bi mercê kontrola edlî biryara berdanê da. Girtina 4 kesên din ku yek jê zarok e dewam dike û danişîn ji bo 18ê Kanûnê hat taloqkirin.   Piştî danişînê ji aliyê TJAyê ve li ber adliyeyê daxuyaniya hat dayîn û daxuyaniyê de Parlementera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo axivî û wiha got: “Îro li vir hate ferzkirin ku jinek ji bo ispat bike rastî destdirêjiyê hatiye, gelek caran bûyerê vebêje. Em dizanin ku ev hemû ji polîtîkaya bêcezahiştinê çêdibin. Wekî aktivîstên TJAyê em ê bibin şopdarê vê bûyerê û bûyerên bi vî rengî.”   Çi bibû?   Li gundekî navçeya Sêwereg a Rihayê, jinek di 16ê Hezîranê de dema li ber deriyê mala xwe bû, ji aliyê komekê ve bi zorê hat revandin. Malbata jinê serî li cendermeyan da û navên kesên ku diyar kirin tev li bûyerê bûne dan wan.   Jin di 17ê Hezîranê de di encama hewldanên malbata xwe de hat dîtin, da zanîn ku dema hatiye revandin rastî destdirêjiyê hatiye û gilî kir. Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî bûyerê hatiye destpêkirin de di dîrokên cuda de Arîf Susen, Fatma Susen, Halîl Susen, Mehmet Susen, Şahîn Susen, Şehmus Susen û zarokek hatin girtin. Adnan Menderes Susen, Îzzettîn Susen, Mustafa Susen û Şemse Susen jî di îdianameyê de wek gumanbar cih girtin.   Danişîna yekemîn a dozê di 16ê Cotmehê de li 1emîn Dadgeha Sûcên Giran a Sêweregê hat dîtin. Lê ji ber ku îfadeyên hemû şahid û bersûcan bi dawî nebûn, navber dabûn danişînê.