Bi çavên mêran karekterê jinan 2025-05-23 09:02:36     "Hewldana jinên Kurd di wêjeya Kurdî de ji têkoşîna tevgera jinên Kurd jî serbixwe nikare bê nirxandin. Pirtûka Sakîne Cansiz ya ‘Her tim pevçûn bû jiyana min’ piştgiriyeke mezin daye seruvena nivîsandinê ya jinên Kurd û ligel vê pirtûk xwedî taybetiyeke ku li dijî jiyana ku kodên feodal ferz dike, jî tê qebûlkirin."   Salîha Ayata   Pêşketina dîroka wêjeya Kurd û mijarên tên hilbijartin bêguman ji derveyê realîteya civaka Kurd nayê destgirtin. Parçebûn, nebûna perwerdehiya zimanê Kurd û her wekê din. Tevî polîtîkayên asîmîlasyonê Kurdan ji bo xwendin, nivîsandinê hewl dan. Berhemên heyî jî ji realîteyê ne durin. Ji ber vê mijarê hatine hilbijartin li ser berxwedan, têkoşîn, ziman û nasnameyê ne.    Romana kurd ji 1920’an şûnde ket rojeva Kurdan û bi taybet bi têkoşînên xwe nivîsîn. Ji tecrubeyên ewil yên romana Kurdî de rol û model ali jinan hatiye ferzkirin tevî sal derbas bûne jî kêm guheriye û kalibên kevneşopî li jinan hatine barkirin. Di gelek romanên em dixwînin de rewşa derdikeve pêş me kodên kevneşopiya feodal yên li karekteran hatine barkirinê ne.    Mînak; Romana Pêşmerge ya di 1958’an de ji aliyê Rehîmê Qazî ve hatiye nivîsîn yekem romana parçeyê Rojhilat tê qebûlkirin. Rehîmê Qazî romanê wek xebatek tezê dinivîse û mêrekî xwedî asteke entelektuele. Roman bi mînakên ku behsa zextên pergala axatiyê û kodên kevneşopî dike destpê dike. Di romanê de jin wek tîpên fesad, hêwî û klasîk dertên pêş me. Lê jina evîndar wek hêmaya namûsê ya ku mêr tevli qadên têkoşînê dike tê dest girtin.    Roman Jana gel ji aliyê Îbrahîm Ehmed dev di 1956’an de hatiye nivîsîn lê di 1972’yan de hatiye çapkirin. Di romanê de çîroka mêrekî bi navê Camêr ku bi salan girtî maye û hatiye berdan tê vegotin. Di romanê de jin di plana duyemîn de ne û hema hema di civakê de qet nayê dîtin. Ne jineke ku diaxive heye û ne jî dengê jineke ku tê bihistin. Tenê hevjîna Camêr, wek xeyal heye.   Li Bakur ji 1985’an heta niha Mehmet Uzun yê romana dinivîsine heta niha 7 roman nivîsiye. Di 1998’an de romana ‘Ronî Mîna Mirinê Tarî Mîna Evînê’ nivîsî. Di romanê de xwendekara zanîngehê ya 20 salî bi karekterê Kevokê  derdixe pêş. Roman ji realîteya jinê dûr e. Di demek ku atmosfera wê wisa girane de di 1985’an de evîna du karekterên wisa zêde hatiye romantîzekirin û ev jî di alî jinên Kurd de romaneke ku pir hatiye nîqaşkirinê ye.   Bavê Nazê di 2002’yan de pirtûka Dara Pelweşiyayî nivîsî. Karekterê sereke Şerzane. Şerzan evîndarê jinek Kurd Pervînê ye. Şerzan hezkiriya xwe û dibistanê berdide û tevli têkoşînê dibe. Piştî salan şûnde wek Pêşmerge diçe gundekî û fêr dibe ku Pervîn li wir dijî. Pervîn zewiciye, zarokek wê heye û hevjînê çûye leşkeriyê. Leşker bi ser gunde digirin. Xwesuya wê Pervînê vedişêşre. Leşker destdirêjiyê li xesuya wê dikin. Pervîn li cihê veşartî bê çare temaşe dike. Piştre pêşmerge diçin gund û gundiyan diparêzin. Şervan li wir Pervînê dibîne û navbera wan de têkilî dest pê dike. Xesuya wê dibîne û diyalogek wisa derbas dibe: Dema leşkerên Sedema yek diçûn yek dihatin min got hûnçi dikin? Nivîskar Pervînê bi bê bextiyê heta daweî terkî tenêtiyê dike. Pênasekirinên zayenperest ji ser du jinan dide kirin.   Em dikarin li Bakur û parçeyên din mînakên romanên hatine nivîsîn zêde bikin. Jinên Kurd di romanên ji aliyê mêran ve hatine nivîsîn de ji bekaretê bigirin heta zayendê û kodên kevneşopî tên destgirtin. Zayenperestî di van romanan de dubare dubare hatiye afirandin. Kirasê bêbextiyê her tim li jinan hatiye kirin. Di romanan de yek rêbazek ji jinan re tê pêşkêşkirin, ev jî mirine. Mêr çi dijî bila bijî di romanan de lehengên serkeftî tên pêşkêşkirin. Em têkoşîna jinên Kurd a 30 salên dawî li ber çavan bigirin; pirsa di berheman de çima lehengên jin cih nagirin, divê bê lêpirsînkirin. Ev rewş di alî wêjeya Kurd de hîna pirseke ku nehatiye bersivandinê ye.   Di tecrubyên nivîsandinê ya wêjekarên jinên Kurd de sernavên dertên pêş me diyarin. Mînaka nivîskarên jinên li Rojhilat, pir naşibin pirsgirêkên ku jinên li cîhanê û Bakur dijîn.  Jinên Kurd ku li Rojhilata dinivîsin, li Bakur heta sedsala 19 û 20’an jin bi astengiyan re dihatin rû hev. Heta gelek ji caran ji ber nebûna perwerdehiya Kurd û zextên siyasî neçar diman Tirkî binivîsin. Li Bakur astengiya li pêş hilberîna jinên Kurd ji mijara zayendê derdikeve û dikeve pêvajoya mijara berxwedana netewî, nasname û ziman.   Piştî salên 1990’î jinên Kurd li Bakur di wêjeya Kurd de zêdetir tê dîtin. Îro komele tên avakirin û bi jinê her parçeyî re tên gel hev û tecrubeyên nivîsandinê tên parvekirin.    Se salên 19 û 20’an de li her çar alî Kurdistanê ji ber zextên siyasî, têkoşîna nasnameyê û qedexeya ziman, di hilberandina wêjeya jinên Kurd de aliyên cuda derketine pêş. Li Bakur di sedsala 21’ê de hîna qedexeya perwerdehiya bi zimanê dayikê heye. Li Bakur yekem nîvîskara romana Kurdî ya jin Gulgeş Deryaspî ye û di 2010’an de berhema wê ya ‘Tariya bi tav’ hatiye çapkirin. Her çiqas bê gotin ku salên 90’î de nîvîskarek jin a Kurd roman nivîsiye jî der barê vê de  ku kê nivîsiye agahiyek nehat bidestxistin. Nivîsandina vê berhemê a di dîroka nêz de, astengiyên li pêş berhemên wêjeyî nîşan dide. Tevî hemû zextan jinên Kurd nivîasndin, xwendin û berxwedana ji bo ziman û nasnameyê domandine.    Hewldana jinên Kurd di wêjeya Kurdî de ji têkoşîna tevgera jinên Kurd jî serbixwe nikare bê nirxandin. Pirtûka Sakîne Cansiz ya ‘Her tim pevçûn bû jiyana min’ piştgiriyeke mezin daye seruvena nivîsandinê ya jinên Kurd û ligel vê pirtûk xwedî taybetiyeke ku li dijî jiyana ku kodên feodal ferz dike, jî tê qebûlkirin.   Îro her çiqas Kurdî bi astengî û asîmîlasyonê re bê rû hev jî, Kurd ziman û çanda xwe diparêzin û di qadên cuda yên çanda gotin û nivîskî de têkoşîna hebûnê didomîne.