Ji malê ber bi girtîgehê rejîma tecrîdê

  • 09:02 30 Gulan 2025
  • Jineolojî
 
“Tecrîd bi qasî rêbazek cezakirinê ya kes e, di heman demê de rêbazeke cezakirinê ya civakê ye. Ji bo civak di bin kontrolê de bê hiştin ev ji aliyê desthilatdariyan ve tê pêşxistin.  Tecrîd civakê digire nav lepê xwe û bi sererastkirinên cih û war, vê mayînde dike.”
 
Zîlan Narîn
 
Tecrîd gotina wê erebiye. Pêkhateyên wê di esasa paradîgmayê de vediguherin rejîmê. Ev pergal li gorî cih û têkiliyan dimeşe. Dema tecrîd tê gotin girtîgeh, hucre zindan tê hişê mirovan, lê bi modernîzmê re tecrîd stîstematîk bûye. Pergala tecrîdê xwe digihîne kîjan îdeolojî û saziyan, ji bo ev bê fêmkirin polîtîkayên li dijî tecrîdê tên pêşxistin girîngin.
 
Tecrîd bi qasî rêbazek cezakirinê ya kes e, di heman demê de rêbazeke cezakirinê ya civakê ye. Ji bo civak di bin kontrolê de bê hiştin ev ji aliyê desthilatdariyan ve tê pêşxistin.  Tecrîd civakê digire nav lepê xwe û bi sererastkirinên cih û war, vê mayînde dike. Ev li gorî tekela desthilatdarî-mal-tundî û tekelê hatiye avakirin.  Armanca avakirina vê tekelê, bi gotinên wekê qanûn- qedexe, cezakirin – girtin dimeşe û wek mifte derdikeve pêş me, ev jî girtina jinê ye. Ji bo ev îdeolojî û sazî bên fêmkirin divê di esasa jinê de bê xwendin. Em ê di vê nivîsê de  qanûn û cezakirinê ya navbera civak û deshilatdariyê ku dest guheriye, bi pêvajoyên girtina jinan têkildar bikin.
 
Qanûna civakîbûn û ceza
 
Darizandina kesên li gorî qanûnan tevnagerin ji aliyê civakan ve darizandin û neqebûlkirin. Wek teşe mînaka ewil a cezayê dikare  bê destgirtin. Di vir de ji cezakirina kes wêdetir, parastina civakê heye. Ji bo cihê hespskirina jinê ya ji aliyê pergala ceza-hiqûq a modern ve tê kirin bê fêmkirin, divê ewil li ser qanûnên dewletê bê sekinînin.
 
Di roja îro de wek sazîbûnek ku aydê pergala dewletê bê dîtin jî ya ku qanûn diyar kiriye civake û ji dewletê serbixwe hebûna xwe meşandiye. Em bikevin mijara qanûn çiye çawa hatiye diyarkirin em ê bikevin mijara ahlaqê. Qanûna civakî çi qebûl dike çi red dike, derdixe holê. Yanî rêgeze.Her ku civakîbûn pêş ketiye, pîvanên red-qebûl pêş ketine. Ev pîvan polîtîka jiyana kolektîf diyar dikin. Her ku civak tevlihebûne ev pîvan ji hev nehatine veqetîn û her çûye li qada jiyanê berfireh bûye. Her wiha tiştên ku divê bên kirin an jî neyên kirin bi zirxên heram-guneh hatine pêçan. Qanûn esase, ev jî wek tedbîr lê hatiye zêdekirin. Dema em li van mînakan dinêrin nêzîkatiya li hember jinê çawa pêş ketiye tê fêmkirin.
 
Li dijî van qedexeyan pêşxistina helwestê,yanî  der barê ku cezayê binpêkirina qedexeyê çiye de aghaî kêm in. Dema mirovek zirxa heram û guneh derbas bike ji pîroziyê bêpar tê hiştin, rastî xezeba rihan tê û ev wek ceza tê dîtin. Cezayê herî mezin ji civak durxistine. Di hinek vegotinên der barê civakên kolan û pergala serdest ya mêr de; mêrên ku kal ku êdî fêdeya wan ji tiştekî re tuneye li bin darekê tên hiştin. Ev rêbazek cezakirinê ye an na , ji nîqaşê re vekiriye. Lê ya aşkera eve ku ji civakê durxistin wek mirinê ye. Lê ji civakê durxistin ji bo mezinkirina civakê ye. Ji ber qanûn ji bo başiya hemû civakê ye û dema pêk neyê her kes zirarê dibîne. Îro jî kesên li gorî rêgezên civakî tevnagerin tên durxistin û wek rêbazek cezakirinê durxistin tê kirin. Rêxistinên jinan jî îro di têkoşîn ali dijî zayendperestî û serdestiya mêr de teşhîr û rêbaza tecrîda civakî wek alavek bi bandor bikar tîne.
 
Lê pergala dewlet-mal, ceza û qanûn guhertine. Armanc ne parastina civakî parastina mal û milk e.Tekela mulk, tundî û desthilatdariyê bi desteserkirinê pêş ketiye.  Mal û xwedî derketin xistine bin ewlehiyê. Li dora mal sînor rêxistine. Dîwar lêkirine. Yên ewil hatine desteserkirin jin û destkeftiyên wan e.Jinên xistine bin kontrola mêr, mal ji bo wan ji cih derketiye û veguheriye cihê girtinê. Pîroziya jinan jî heman wayî hatiye sînorkirin. Bi vê girtinê re, yên ku li gorî vê tevnegeriyane bi tehdîda wê li cihên wek perestgeh, xaniyên giştî bên girtin hatine tehdîdkirin. Hîmê mantika pergala tecrîdê di vir de dertê holê.
 
Em li sûcên destdirêjiya mal dinêrin, piranî jin cih digirin û ev jî nîşan did eku jin wek kesek ku bê parastin nayê dîtin. Wek kole nehatibe pênasekirin jî wek mal û milk hatiye destgirtin.
 
Nîşe: Berdevama nivîsê hefteya pêş bi sernvê ‘ji bo jinan cihên tecrîdê’ wê bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmara 33’emîn a dosya ‘tecrîd û girtin’ a Kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.