Zemên li pey hev tên: Kiryar nagire, esnaf nikare bifroşe 2026-10-30 12:51:21   RIHA - Jinên esnaf ku ji krîza aborî bandor bûne wiha gotin: “Di aboriya heyî de esnaf tenê ji bo li ser piyan bimîne hewl dide. Her tişt roj bi roj biha dibe.”   Bi krîza aborî ya her diçe giran dibe re, kirê, fature û zemên li ser hev bandorek mezin li ser esnafan dike. Jinên esnaf di têkoşîna debarê de di eniya pêş de cih digirin. Jinên esnaf ku hewl didin li ser piyan bisekinin, hem di bin barê malê hem jî di bin barê kargeriyê de dimînin. Jinên esnaf yên li navçeya Pirûs a Rihayê, der barê zor û zehmetiyên  aborî de ji ajansa me re axivîn.   ‘Me got em ê biserkevin û me kir’   Fatma Taş ya ku 10 sal e esnafiyê dike wiha anî ziman: “Em li dijî zor û zehmetiyên pîşeyî û serdestiya mêr têdikoşin. Karê em dikin zehmet e, di alî fîzîkî de hêzê dixwaze.Lê ez ji karê xwe hez dikim. Ez nav hwira zîhniyeta mêr de li ser piyan disekinim. Ya ku herî zêde min dide zorê ev e. Zor û zehmetiyên jinên esnaf hene. Lê em hewl didin vê nêrîn bişkînin. Me got emê biserkevin û me kir.”     ‘Esnaf ji bo li ser piyan bimînin têdikoşin’   Fatma Taş got krîza aborî ne tiştekî nû ye û got: “Ev 20 sale krîz heye.Em nav krîzekê de mezin bûn. Her diçe giran dibe. Barê jinan hîn bêtir girane. Em esnaf niha ji ber aboriyê hewl didin li ser piyan bisekinin. Em bibin yek em ê vê pirsgirêkê çareser bikin.”   Emîne Gur jî bertek nîşanê zema ku her meh tê kirin da û got: “Her meh zem tê kirin. Metreya perdeyan niha 400 TL ye. Mehek du meh şûnde dibe 550 TL. Her meh zem dibe. Ji be krîzê em pirsgirêkên mezin dijîn.  Hêza girtinê û firotinadinê ketiye. Di hilberînê de girtin ji bo jinan girînge. Ez wek esnafek jin kêfxweşim. Niha çar zarokên min dixwînin. Ez ji xebatê ez dikim. Ez ji bo hemû jinan dibêjim bixebitin. Ez biser ketim hûn jî dikarin biserkevin.   Salîha Akgun jî behesa esnafî û hêza kar kir û got: “Ez 5 sal e esnafiyê dikim. Ez deterjan, alavên pitikan û her wekêdin difroşim. Her kar zehmete. Em di alî aborî de zehmetiyan dikkînin. Zarokên me diçin dibistanê. Em neçarin li zarokên xwe binêrin hewcedariyên wan bigirin.”     ‘Her roj zem tê kirin’   Fatma Akgun jî li ser bandora krîza aborî sekinî û got roj bi roj zem têkirin û got: “Her tişt biha bûye.Kirê biha bûne. Fature zêde tên. Em hewl didin di van şertan de li ser piyan bisekinin. Em wek jin hem li malê hem jî li derve dixebitin.”