Leyla Kaçar: Ez ê doza keça xwe bidomînim

  • 09:08 8 Cotmeh 2026
  • Portre
SÊRT - Dayika Feda Avareş ya di 13’ê cotmeha 2023’an di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest da, Leyla Kaçar keça xwe wiha vegot: “Heta ez biçim bin axê ez ê doza keça xwe bidomînim.”
 
Di rojên borî de nasnameyên kesên di dîrok û li qadên cuda di têkşoîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatibûn aşkerkairin. Bi pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) a Sêrtê di rojên borî de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane bîranîn pêk hat. Yek ji kesa hat bibîranîn Feda Ateş(Songul Kaçar) bû.
 
Songul Kaçar (Feda Avareş) y ali Sêrtê hat dinê, bi saya malbata xwe bi hişmendiya Kurd mezin bû. Salên ciwantiyê de bi awayekî  çalak di xebatan de cih girt û 11 sal dibistan xwend. Songul Kaçar ji ber zextên dewletê di hezîrana 2014’an de tevli têkoşîna azadiyê bû. Feda Avareş li dijî pergal û polîtîkaya înkarê di salên 20’î de berê xwe da çiyayên azadiyê.
 
 
Songul Kaçar di vîdeoya ku berê axivî bû de sedema tevlibûna çiyayên azadiyê bi van gotinan anîbû ziman: “Ez ji şehîdan û pêvajoya Kobanê bi bandor bûm û tevli bûm.  Van her du bûyeran bandorek mezin li ser min kir.Qadên lê mam Garê, Şengal û Xakurkê bûn. Li cihê min perwerde dît di dewreyên Şehît Alî Çîçek, Rojîn Gevda û Şehît Mahîr de min perwerde dît. Ji bilî wê niha li akademiya Rojîn Gevda perwerdê dibînim. Bi van perwerdehiyan em pratîkên xwe li ber çavan digirin. Tişta min ji vê perwerdehiyê girtiye ev e ku her tiştî ji nû ve bi awayekî rast digirim dest rexneyan li we dikim û bi rastiya serok di pêşerojê de bi awayekî xurtir tevli dibim. Îdia min li ser vî esasî ye.”
 
 
Dayika Feda Avareş (Songul Kaçar) ya di 13’ê cotmeha 2023’yan de jiyana xwe ji dest da, Leyla Kaçar ji ajansa me re axivî.
 
‘Songulê ji çiyan hez dikir’
 
Leyla Kaçar da zanîn ku dema keça wê jê re bûye ew 20 salî bûye û got: “Keça min ji min hez dikir. Her xwarinek dixwar. Li mala xwe dest bi perwerdê kiribû. 4-5 mehan kêm xwarin dixwar.Min digot tu nexweşî çima xwarinê naxwazî, digot ez nikarim bixwim. Çavên wê li çûyînê bû. Keça min bi nirx bû. Riya wê riyeke bi şeref û namûs bû.  Ez serbilind im. Keça min ne tenê şehîda min şehîda gelê Kurd û ya serok e.  Keça min dema çû 20 sa lî bû. 13 salan li çiyan ma. Songulê ji çiyan  hez dikir. Dema keça min çû min got ‘şîrê min helal be riya te vekirî be serkeftin’. “
 
 
‘Mirov dikarin bibin asteng’
 
Leyla Kaçar wiha berdewam kir: “Min ji keça xwe re got bixwîne got ez diçim çiyê. Dersên wê baş bûn. Lê li dibistanê nedisekinî. Her tim polîs dihatin ber derê me. Min digot biçe dibistana xwe lê nedixwest. Dema mirovek bixwaze biçe kes nikare pêşî lê bigire. Dijmin her tim li ber derê me bû. Dema çû min digot belkî hatiye binçavkirin. Ez li pey wê heta herêma Bestayê çûm. Fermandarekî got keça te hat û d bi hevalên xwe re ketin riya çiyê. Min jî got bila riya wê vekirî be.”
 
 
‘Ez di riya keça xwe de me’
 
Leyla Kaçar di berdewamiyê de got ew di riya keça xwe de ye û wiha anî ziman: “Heta bikevim bin axê ez di riya keça xwe de me.Belê kezaba min şewitî lê dilê min di riya wê de ye. Bila êdî tu kes negirîn. Bila dayik êşê nekişînin û ngirîn.  Ji ber gora keça min tune ye. Min cihê gora we bizanîbûna ez ê biçûma. Xew nakeve çavên min.  Ya min çû bila kezeba dayikên din neşewite. Yekane daxwaza min ev şer bidawî bibe û aştî bê ye.”