Ayşegul Dogan: Pêwistî bi pratîkê heye 2025-06-19 12:56:56   ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku ji bo avakirina komîsyona li Meclîsê divê Nûman Kûrtûlmûş bi înîsiyatîfê rabe û got, "Gotina tiştên nû têrê nake. Divê tiştên nû bêne kirin."   Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê lidar xist.   Ayşegul Dogan banga Rêber Apo, biryarên PKK'ê û hevdîtinên piştre hatin kirin nirxand û got, "Rewşa ku em niha tê de ne ji bo aliyên pêvajoyê nîşan dide ku li ser rîtma xwe dimeşe. Rewşeke xitimandî nîne, yan jî krîzek nîne."   Ayşegul Dogan anî ziman ku yek ji mijarên fikarên wan zêde dike bûyerên li Rojhilata Navîn e ku Rêber Apo di nirxandinên xwe de destnîşan kir û got, "Ne meseleya Kurd ne jî pirsgirêka demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ji meseleyên li Rojhilata Navîn cuda nikarin bêne nirxandin. Em êdî qala pirsgirêkeke herêmî dikin; pirsgirêkên herêmî dikarin bandorê li bûyerên herêmî bikin. Nêzîkatiya me ya li Rojhilata Navîn û nêzîkatiya me ya li pirsgirêkên li Tirkiyeyê weke hev e. Em di we baweriyê de ne ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî divê bi rêya diyalog û danûstandinên siyasî bêne çareserkirin. Em li dijî her cûre nêzîkatiyên belavkariya herêmî, polîtîkayên ewlekarîperest û nêzîkatiyên hegemonîk in. Di nava vê rewşê de zehmet e ku mirov texmîn bike bê şer wê bigihêje ku derê. Divê qada siyaseta demokratîk bi lez bê xurtkirin, lez ji pêşketinên demokratîk re bê dayin. Em careke din dubare dikin ku mifteya çareseriyê, mifteya bidawîkirina vê rewşa şer bi demokrasiyê, bi diyaloga siyasî û danûstandinan dibe.   Her tişt diguhere, Rojhilata Navîn diguhere. Û hemû welatên li Rojhilata Navîn para xwe ji vê guherînê werdigirin. Daxwaz û hêviya me ew e ku ev guherîn bi rengekî demokratîk û aştiyane be."   Di dewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan destnîşan kir ku divê Serokê Meclîsê bi înîsiyatîfê rabe û got, "Bi vê înîsiyatîfê re dikare rayedarên partiyan, hevserokan, serokên giştî yan jî rayedarên pêwendîdar ên partiyan li hev kom bike, têkildarî usûl û esasê komîsyonê hin hevdîtinan bike. Vê yekê dikare bi raya giştî re parve bike. Bêguman em daxuyaniya dawî û helwesta çêker a Birêz Kûrtûlmûş a têkildarî komîsyonê erênî dibînin. Me piştî Civîna Desteya Rêveberiya Navendî daxuyanî da û got, 'Divê em ji gotinê wêdetir biçin'. Belê, pêwîstiya me bi bihîstina daxuyaniyên bi nêta baş û erênî heye. Lê belê gotina tiştên nû têrê nake. Divê mirov tiştên nû bikin. Ji ber ku pêwîstiya civakê bi pratîka li gorî gotinê heye."