Bernameya civînên nû yên komîsyonê diyar bû 2025-08-25 14:49:06   ENQERE - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê vê hefteyê bi serokên baroyan û serokên meclisê yên berê guhdarî bike.    Bernameya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya civînên ku dê di 27 û 28’ê Tebaxê de bên lidarxistin, diyar bû. Komîsyon, dê di 27’ê Tebaxê saet di 14.00’ê de civîna xwe ya 6’emîn li dar bixe. Di civînê de dê komîsyon li Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û serokên Baroya Hejmar 2 ya Enqereyê, Baroya Çewligê, Baroya Amedê, Baroya Hatayê, Baroya Hejmar 2 ya Stenbolê û serokên baroyên Meletî, Mêrdîn, Mêrsîn, Wan û Sêwasê guhdarî bike.    Civîna 7’emîn dê di 28’ê Tebaxê saet di 11.00’ê de bê lidarxistin. Di rûniştina ewil a civînê de dê li serokên Meclisê yên berê Hîkmet Çetîn, Omer Îzgî, Bulent Arinç, Koksal Toptan, Mehmet Alî Şahîn; di rûniştina duyemîn de jî li Cemîl Çîçek, Îsmet Yilmaz, Îsmaîl Kahraman, Bînalî Yildirim û Mûstafa Şentop guhdarî bike.    Dê Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş civînê birêve bibe.