Arzu Çerkezoglu: Aştiya mayînde xwe dispêre bingeha edaleta civakî 2025-09-11 20:32:52   ENQERE- Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu di komîsyona meclisê ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye avakirin de axivî û got: "Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, misogerkirina şert û mercên jiyanî yên mirovî ye."   Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzu Çerkezoglu di civîna 8’emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya Meclîsê de nirxandin kir. Arzû Çerkezoglû diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê û ev tişt gotin: “Aştî, xwişk-biratî û wekheviyê diparêzin. Em bawer dikin ku hemû pirsgirêk bi rêya demokrasiyê çareser dibin. Wek DİSK, em ji bo pirsgirêka kurd her tim aştî, xwişk-biratî û wekhevî diparêzin.”   Arzu Çerkezoglu destnîşan kir ku divê aştî ji bo gelan be û wiha berdewam kir: “Mutabaqata civakî bi serweriya hiqûqê, dadgeha serbixwe, azadiya rêxistinbûnê û mafên bingehîn tê çêkirin. Divê aştî, ji hesabên siyasî dûr, ji bo xwişk-biratiya gelan be. Daxwaza me welatê me wek dewleteke demokratîk, laîk û civakî be. Wekheviya hemwelatiyan çareseriya pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkan e. Li hember lîstikên emperyalîst, Tirkiyeyek demokratîk û xurt pêwîst e. DÎSK ji bo mafên karkeran û xwişk-biratiya gelan têdikoşe. Em piştgiriyê didin pêvajoyê û serkeftinê dixwazin.”