Çîçek Otlu: Em ê ji bo Rojîn Kabaîş bimeşin 2025-12-15 18:04:24   ENQERE - Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Çîçek Otlu bal kişand ser mirina bi guman a Rojîn Kabaiş û ragihand ku di 30’ê Çileya 2026’an de, ligel malbata Rojîn Kabaiş û jinên ku ji bo edaletê têdikoşin, dê li Enqereyê ber bi Wezareta Edaletê ve bimeşin.   Parlamentera Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM  Partî), di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê ya derbarê Pêşnûmeya Budçeyê ya Wezareta Karên Navxweyî de, bal kişand ser kuştina Rojîn Kabaiş ku ev zêdetirî salekê ye nehatiye ronîkirin.   'Divê nepeniya li ser dozê were rakirin'   Çîçek Otlu, diyar kir ku ew salek e dipirsin "Çi bi serê Rojin Kabaiş hat?" û got, "Em ji Wezîrê Dadê dipirsin: Çi bi serê Rojin Kabaiş hat? Kujerên wê li ku ne? Kujerên wê hîn jî nehatine dîtin. Em ji Dêrsimê dizanin Gulîstan Doku hîn jî cenazeyÊ nehatiye ditın.  Ji bo Şule Çet, ku ji qata 12-an a avahiyek li Enqerê hate avêtin, gotin ‘wê saetê kare wê li wê çi bûtêkoşînek hebû’.  Lê jinan îda kir ku Şûle Çet hatiye. Bila nepenîtiya li ser dosyaya Rojîn Kabaîş bê rakirin.   Emê di 30’ê Çileyê de bimeşin   Çîçek Otlu diyar kir ku ew dixwazin sûcdar, sûcdarên mêr ên ku ji ber siyaseta bêcezatiyê ji girtîgehan tên berdan an jî nayên girtin, werin darizandin û bal kişand ser siyaseta bêcezatiyê û got "Em ê di 30’ê Çile de li Enqerê ber bi wezaretê ve bimeşin. Em dixwazin bizanin çi bi serê Rojin Kabaiş hatiye û DNA’ya her du mêran aîdî kê ne.”