Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya 2025-12-24 10:53:35   AMED - Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê, têkildarî serdanên dawî yên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê, raporên partiyên siyasî ku pêşkeşî Komîsyonê kirin û bernameya meha Çile civiya.   Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, li navenda giştî ya partiyê civiya.   Hat zanîn ku di civîne de mijarên wek; serdanên dawî yên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê, raporên partiyên siyasî ku pêşkeşî Komîsyonê kirine, geşedanên dawî ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, nirxandina giştî ya sala 2025'an, di serî de Sûriyê û geşedanên li Rojhilata Navîn, mûçeya kêmtirîn û kampanyaya “Ji bo Nan û Aştî budçe ya DEM Partî” û plansaziya meha Çile bên nirxandin û nîqaş bên kirin.