Civîna Desteya Şopandin û Tespîte bi dawî bû 2026-09-28 13:17:05   Civîna duyemîn a Desteya Şopandin û Tespîtê ku bi serokatiya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz bi dawî dawî bû.   Desteya Şopandin û Tespîtê ku di bin banê Cîgiriya Serokkomariya Tirkiyeyê de ji bo şopandina pêvajoyê hatibû avakirin cara 2yemîn civiya. Civîna ku saet di 09:30an de dest pê kir bi dawî bû. Deste bi serokatiya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz civiya û Wezîrê Karên Dervê Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Navxwe Mustafa Çîftçî, Wezîrê Dadê Akin Gurlek, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Serokê Teşîkalata Îstîxbarata Millî (MÎT) Îbrahîm Kalin û Sekreterê Giştî yê Desteya Ewlehiya Millî (MGK) Oktay Memîş tev li civînê bûn.   Tê çaverêkirin ku derbarê civînê de daxuyaniyeke niviskî were belavkirin.