Mêrê tundî li jinekê kir hat girtin 2025-05-03 19:23:33   MUGLA - Gumanbar A.Koç yê tundî li jina bi navê Bîrsen D ya li kargeriyê pê re dixebitî kir, li ser bertekên jinan hat girtin.    Li taxa Turgutreîs a navçeya Bodrum a Muglayê li marketekê  gumanbar A. Koç tundiya fîzîkî û destdirêjî li Bîrsen D kir. Piştî betekên rayagiştî  gumanbar A. Koç hat girtin. Platforma Jinan a Bodrumê daxuyaniyek da û li ser çapemeniya civakî ji bo girtina gumanbar bertek nîşan da.