Komeleya Jinan a Rosa wê bi saziyên jinan re bê gel hev 2025-05-05 09:03:24   AMED - Endama lijneya rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Esra Çîçek Mercan der barê rojeva pêvajoya dawî de axivî û got: “Em ê bi hemû saziyên jinan re bên gel hev. Li dijî Sala Malbatê ya danîne pêş me, polîtîkayên ku der barê welidîna jinê de biryarê didin de em ê biryarên çalakiyan bigirin.”   Li Tirkiyeyê û Kurdistanê tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û qanûn bê bandor dimînin. Komeleya Jinan a Rosa ya ji 2018’an heta niha li her dijî tundiya li ser jinê têdikoşe, rojev û xebatên xwe ji ajansa me re parve kir.   Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Esra Çîçek Mercan der barê rojeva komeleyê de nirxandin kir.   ‘Pirsgirêk pêknehatina qanûnan e’   Esra Çîçek Mercan da zanîn ku bi salan e jin li dijî qelsiya qanûnan têdikoşin û wiha got: “Di encama vê têkoşînê de Peymana Stenbolê hat amadekirin. Qanûna 6284'an ket meriyetê. Ji bo hinek xalên di Qanûna Ceza Tirk û Qanûna Medenî ya Tirk de bên guhertin têkoşîn hat dayîn. Hem tevgera jinên Tirk hem tevgera jinên Kurd di vê têkoşînê de bûn. Piştî vê têkoşînê di qanûnan de guherîn hat kirin. Lê em sibehekê rabûn ji Peymana Stenbolê hat vekişandin. Daraza serdest a mêr gelek qanûn tune hesiband. Bi hincetên rewşa baş, tahrîka bê maf qanûn pêk nayên. Pirsgirêk ev e ku qanûn bi bandor pêk nayên. Ji bo qanûnên heyî pêk bên, têdikoşin.”   ‘Jin dikare der barê xwe de biryarê bide’   Esra Çîçek Mercan îlankirina ‘sala malbatê’ jî nirxand û got: “Malbat, roleke ku dewleta mêr li ser jinan ferz kiriye. Malbat mekanîzmayeke ku li ser jinan biryarên wek hepsê malê dike, çend zarokan tîne dinê, çawa dizewice û çawa dijî dide ye. Li dijî vê hişmendiya me heye û em têdikoşin. Çawa dikarin li ser jinan biryarê bidin. Li nexweşxaneyên dewletê jin nikarin kurtaj bibin. Niha di rojevê de welidîna sezeryanê heye. Niha pêvajoyeke ku jinan ber bi welidîna vajînal tê kirin, tê jiyîn. Wek tevgera jinên Kurd û hemû jinên Tirkiyeyê em ê li dijî van biryarên li ser jinan têbikoşin.”   Esra Çîçek Mercan wiha dawî lê anî: “Pêvajoya qeyûman a 8 salan texrîbatek mezin li ser jinan hişt. Em bi jinan re hevdîtinan pêk tînin. Em li atolyeyan tên gel hev û hişmendiyê diafirînin. Komeleya Rosa li ser hewcedariyê derket holê. Em ê li dijî polîtîkayên li ser jinan biryara çalakiyan bigirin.”