Xuşka Veysî Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em aştiyê dixwazin 2025-05-05 10:33:54   Derya Ren   RIHA – Xwişka Veysî Aktaş ê li Îmraliyê dîl tê girtin Melîha Çetîn, diyar kir ku divê piştgirî ji "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a di 27'ê Sibatê de hat kirin re bê dayîn û got, "Em aştiyeke bi rûmet dixwazin."   Di Adara 2015’an de Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim birin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê ragirtin. Ji wê rojê heta niha girtiyan tenê 4 caran bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîne û qet nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin.   Veysî Aktaşê ku li Îmraliyê ye di 5'ê Hezîran û 12'ê Tebaxa 2019'an û 3'ê Adara 2020'î de bi malbata xwe re hevdîtin pêk anîbû; di 27'ê Nîsana, 2020-an de bi têlefonê axivî û herî dawî di 31'ê Adara 2025-an de jî hevdîtina cejnê pêk anî.   Veysî Aktaş tevî girtiyên din ên li Îmraliyê di heyeta ku di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan hatibû parvekirin bû û di wêneyê heman rojê de ji raya giştî re hat parvekirin de jî cih girt.   Xwişka Veysî Aktaş Melîha Çetîn derbarê bangê de ji ajansa me re nirxandin kir.   ‘Em li bendê ne…’   Melîha Çetîn, anî ziman ku zêdetirî 5 sal in birayê xwe Veysî Aktaş nedîtiye, diyar kir ku bi salan e xeber jê nagirtin, lê piştî hevdîtinan dest pê kir pê re têkilî danîne. Melîha Çetîn got, "Xwişka min çû serdana cejnê. Mafên  ku ji girtiyan re tê dayîn ji wî re nayê dayîn. Behsa pêvajoya aştiyê tê kirin, lê em jî bi meraq li bendê ne. Pêvajoyeke çawa tê meşandin?"    'Gav nayê avêtin'   Melîha Çetîn, wêneyê ku di 27'ê Sibatê de li gel girtiyên li Îmraliyê û şandeya DEM Partiyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye kişandin bi bîr xist û got: "Aliyê dewletê behsa pêvajoyê dike, lê heta niha tu gav neavêtiye. Ji roja Cejna Remezanê heta niha tu agahî ji wan nayê girtin."    'Em dixwazin Rêberê me azad bibe'   Melîha Çetîn got, "Em aştiyeke bi rûmet dixwazin" û anî ziman ku Tirk, Kurd, Çerkez, Ereb û Elewî ferq nake, ew amade ne ku bi hev re bijîn. Melîha Çetîn got, "Em hemû bi sedsalan bi hev re jiyan. Em careke din jiyaneke bi vî rengî dixwazin. Ji bo girtiyên nexweş û yên ku cezayên wan qediyane divê gavek bê avêtin. Ji ber ku 27 sal in di hucreyên yekkesî de jî li ber xwe dan, em dixwazin Rêberê me azad bibe. "   Melîha Çetîn "Banga Sedsalê" ya di 27'ê Sibatê de hat kirin bi bîr xist û got, "Em li aliyê aştiyê ne, me şer û xerabî nexwestiye, em ê qet nexwestin. Tu kes ji kesî cuda nîne."