Jinan li dijî destdirêjî û qetilkirinan daxuyanî dan 2025-05-07 19:35:45   NAVENDA NÛÇEYNA - Jinan biryara beratê ya der barê gumanbarê destdirêjiyê miftî Halîl Bîlîk de hatiye dayîn protesto kirin û gotin wê li dijî bêcezahiştin, qetilkirin û destdirêjiyê têbikoşin.   Platformên Jinan yên Riha û Semsurê, bi armanca biryara beratkirina gumanbarê destdirêjiyê Halîl Bîlîk de protesto bikin daxuyanî dan. Jinên li navçeya Xelîliye ya Rihayê li Qada Topçu hatin gel hev pankarta ‘em ji bo maf û jiyanên xwe di têkoşînê de dibin yek’ vekirin.   Berdevka Platformê Gul Fehîme Bînîcî axivî û da zanîn ku  tundiya li ser jinan bi destê darazê zêde dibe û gumanbar tên parastin, tundî tê rewakirin. Fehîme Gul Bînîcî polîtîkayên bêcezahiştinê jî rexne kir û da zanîn ku wê bi hemû jinan re têkoşînê bidomînin. Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.   Semsûr   Platforma Jinan a Semsûrê, jî bi armanca protestokirina qetilkirina jinan daxuyaniyek dan. Jin li ber Parka Mîmar Sînan hatin gel hev. Hevseroka Pîr Sultan Abdal a Semsurê Asli Ararat daxuyanî xwend û got wê têkoşîna wan bidome. Daxuyanî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.