Ji bo pêşnûmeqanûna alternatîf dixebitin 2025-05-16 09:05:22     ÎZMÎR - Ji Rêveberiya DEM Partiyê ya Îzmîrê Turkan Aslan da zanîn ku di serî de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê mafê hêviyê pêk bê û ji bo sererastkirina qanûnî ya demokratîk, li ser pêşnûmeqanûna alteratîf dixebitin.   Piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK’ê di 1’ê Adarê de agirbest îlan kir û herî dawî jî bi 12’emîn kongreya xwe biryara feshkirinê îlan kir. Li dijî vê hîna dewletê gavek erênî navêtiye û tê payîn ku ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên sererastkirinek qanûnî bê kirin. Ji Rêveberiya DEM Partî ya Îzmîrê Tugçe Agaç got mafê hêviyê ferzkirinek hiqûqiye û got wek hiqûqnasên DEM Partiyê li ser pêşnûme qanûnek alteratîf ya li gorî normên qanûnî dixebitin.   ‘Tirkiye qanûnan binpê dike’ Turkan Aslan da zanîn ku Tirkiye rejîma înfaza cezayê muebeta giran li dijî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) pêk tîne û mafê tahliyekirina bi şert a girtiyên siyasî pêk nayê. Turkan Aslan wiha got: “Mafê hêviyê û gelek mafên din tenê di avakirina zextên navnetweyî de tên rojevê. Pêknehatina şertê berdana bi kontrol ji aliyê dadgeha Yekitiya Ewropayê ve wek înfaza ceza a dijmiorvahiyê tê binavkirin. Lê Tirkiye li dijî vê bêdeng e.”   ‘Tevî biryara 2014’an hîna gav nehatine avêtin’   Turkan Aslan got girtîgeha Îmraliyê ne tenê wek saziyek înfaza ceza, wek herêmeke ku bi gelek ast tên destgirtinê tê zanîn. Turkan Aslan wiha domand: “Rejîma girtina Birêz Ocalan wek modeleke dijqanûnî û destûra bingehîn hat avakirin. Ev model li dijî mafê mirovan e. Ev nîşaneya terza rêveberkirina mijara Kurd a ji aliyê desthilatdariyê ve ye. Tevî biryara mafê hêviye ya 2014’an a ji bo Ocalan tirkiyeyê hîna tu tiştek nekiriye.”   ‘Banga NY’ê girîng e’   Turkan Aslan got der barê naskirina mafê hêviyê de rapor û daxuyaniyên NY û CPT’ê hene û ji ber Tirkiye biryarên DMME’yê pêk nayne ev 10 sal in jî mafê hêviyê pêk nayê. Turkan Aslan balkişand ser banga Konseya Mafê Mirovan a NY’ê ya divê navîna 2025’an de ev maf pêk bê  û got: “Divê mafê hêviyê ne di zemîna bazara siyasî de, di zemîna hiqûqî de pêk bê. Biryarên DMME’yê hene. Divê ev di çarçoveya normên rêgezên hiqûqa gerdunî de bên destgirtin.”   ‘Wê gelek girtî azad bibin’   Turkan Aslan di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Tecrîda li Îmraliyê bandor li ser hemû aliyên civakê kiriye. Di alî Birêz Ocalan de pêkhatina mafê hêviyê ji bo hemû aliyan girîng e. Wê bi mafê hêviyê re gelek girtî jî azad bibin. Pêkhatina mafê hêviyê wê bibe sîmgeya veguherîna di pergala hiqûqê de. Rakirina tecrîdê wê ji çareseriya pirsgirêka Kurd re derî vebike. Wê baweriya welatiyên Kurd a li hember dewletê bê çareserkirin.”   ‘Reforma hiqûqî şert e’   Turkan Aslan destnîşan kir ku hewcedariya Tirkiyeyê bi reformeke bingehîn a ku hemû aliyan eleqeder dike, heye û got di vî alî de di banga 27’ê Sibatê de hevdîtinên bi Wezareta Dadê re lez kiriye. Turkan Aslan ev nirxandin kir: “Ji bo avakirina civakek demokratîk hewcedariya Tirkiyeyê bi reformek hiqûqê heye. Bi taybet mijarên tecrîd û girtiyên nexweş divê ewil bên destgirtin.”   ‘Komên xebatê hatin avakirin’   Turkan Aslan bi lêv kir ku banga 27’ê Sibatê du ast e; yek aştî ya din jî avakirina civak ademokrtîk e. Di vî alî de divê zemîna vê bê avakirin. Ne tenê DEM Partî divê bi hemû saziyên hiqûqî û saziyên din re amadekarî bên kirin. Ger em civakek demokratîk ava bikin divê hemû sazî tevli pêvajoya demokratîkbûnê bibin û ev bigihêje ewlehiya qanûnî. Me wek partî hemû kar û barên qanûnan dan ber xwe. Me bernameyeke bi perspektîf da ber xwe. Em ji bo sererastkirina qanûnî ya demokratîk, li ser pêşnûmeqanûna alteratîf dixebitin. Me der barê vê de jî komên xwe yên xebatê ava kirin. Demokratîkbûn hemû aliyan eleqeder dike. Ji bo çareseriyê peywir dikeve ser TBMM’ê. Di vî alî de me xebatên xwe dane destpêkirin. Divê her kes di hewldanan de be. Aktorê esas ê çarseriyê Abdullah Ocalan e. Ji ber vê divê mafê hêviyê pêk bê û Abdullah Ocalan bi aliyên cuda yên akademîk, siyasî re bê gel hev.”