Kongreya Hevgirtina NADA berdew dike 2025-05-17 11:48:10   SILÊMANÎ - Yekemîn Kongreya Hevgirtina NADA ku nêzîkî 200 jin ji 18 welatan, bi taybetî ji Rojhilata Navîn û Efrîqayê beşdar bûn, îro di roja xwe ya 3’yemîn de berdewam dike. Kongre wê piştî temamkirina bernameya xwe bi axaftina girtinê bi dawî bibe.   Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê Kongreya Yekemîn a Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) bi diruşmeya "Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civakek Demokratîk ve" destpê kir. Kongre îro di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike. Tê payîn Kongreya Hevgirtina NADA piştî sê rûniştinan bi axaftina girtinê bi dawî dibe.   Bernameya Roja Sêyem 17’ê Gulanê: Kongreya rêxistinî ya Hevgirtina NADA   10:00 – 10:15 Sînevîziyon: Çalakiyên herî girîng ên Hevgirtina NADA di salên (2021 – 2025) de   10:15 – 12:00 Rûniştina yekem:   Performansa Hevgirtina NADA   Dîwan: Dr. Encêla Al-Muaamarî, Dr. Hîbe Haddadîn, Selwa Gîga    Xwendina Rapora Hevgirtina NADA di Navbera salên (2021-2025) de    Nirxandina Performansa Hevgirtina NADA: Aliyên Erênî û Nerênî   12:00 – 01:00 Rûniştina Duyem:   Belgeyên Stratejîk   Dîwan: Buşra Alî, Hanan Osman, Dr. Abîr Hassaf   Pejirandina Belgeya Konfederasyona Jinan a Demokratîk a Cîhanî weke referanseke bingehîn ji bo Hevgirtina NADA   Pejirandina Belgeya Şoreşa Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke referanseke bingehîn ji bo Hevgirtina NADA    Pesendkirina belgeya çarçoveyî û Rêziknameya Hevgirtina NADA   01:00 – 01:30 navbera çay û qehweyê   01:30 – 02:30 Rûniştina Sêyem:   Plan û pirsgirêkên stratejîk heta kongreya duyemîn a Hevgirtina NADA   Dîwan: Nîmet Koko, Zhûr El-Meşrîqî, Hacer Ozdemîr   02:30 – 03:30 Hilbijartin   Dîwan: Nîmet Koko, Dr. Encêla Al-Muaamarî, Buşra Elî   03:30 – 03:45 Daxuyaniya Dawî (Nûbahar Mustafa)   03:45 – 04:00 Gotina Dawî   04:00 – 05:30 Navbera xwarinê   05:30 – 07:00 Şeveke hunerî (Opêra, Govend)   Roja Çarem 18’ê Gulanê   Gera arkeolojîk û turîzmê (vebijarkî)