Zeynep Cansiz hat taburcukirin 2025-05-17 15:10:48     ÎZMÎR - Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Sakîne Cansiz Zeynep Cansiz piştî emeliyata lingê xwe ji nexweşxaneyê hat derxistin.   Dayika yek ji pêşengên PKK'ê Sakîne Cansiz  ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hat qetilkirin, Zeynep Cansiz (88)  di şeva 10'ê Gulanê de hestiyê lingê wê şikest û di heman şevê de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çigliyê.    Zeynep Cansiz a ku li wir emeliyat bû, piştî emeliyata serkeftî hat taburcukirin.