Serketîyên Pêşbirka Çîrok û Helbestan xelatên xwe wergirtin 2025-05-20 12:17:08     AMED - Serketîyên Pêşbirka Helbest û Çîrokan ku ji aliyê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Farqînê ve di çarçoveya Şahiyên Serê Gulanê de hate lidarxistin, di merasîma ku li eywana konferansê ya şaredariyê hat lidarxistin de xelatên xwe wergirtin.   Hevşaredarên Farqînê Sevim Bîçîcî û Kadrî Esen, endamên meclîsa şaredariyê, Hevserokên Navçeyê yên Partiya DEM’ê Mahfus Kizildûş û Melek Dolan û rêveberên partiya DEM’ê, Serokê Komeleya Farqîniyan Cemal Doğrul, endamên juriyê, pêşbaz û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.   Di merasîmê de, Hevşaredar Kadrî Esen spasiya her kesê ku beşdarî organîzekirina pêşbirkê bûne kir û got: "Divê hemû şaredariyên bi têkoşînek mezin hatine qezenckirin ji bo pêşxistina Ziman û Çanda Kurdî xebatên wiha bikin."   Hevşaredar Sevîm Bîçîcî bi spasiya beşdaran dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku ji ber mirina endamên meclisa şaredariyê yên kevn û rêhevalên wan gelek bername hatine betalkirin û got: "Me piraniya xebatên xwe bi Kurdî kir û em ê bi Kurdî berdewam kin."   Xelat ji aliyê Hevşaredar Sevîm Bîçîcî, Kadrî Esen, Serokê Komeleya Farqîniyan Cemal Dogrul, Gerînendetiya Çand û Karên Civakî Halît Amaç û Hevserokên Navçeyê yên DEM Partiyê Mahfus Kizildûş û Melek Dolan ve hatin dayîn.   Li gorî encamên desteya jûriyê ku di warê helbestê de ji Mîna Acer, Rêdûr Dîcle, Elîxan Loran û di warê çîrokê de jî Roza Metîna, Mihdî Perînçek û Hogir Berbir pêk dihat.    Beşdarên di pêşbirka helbestê de bi ser ketibûn ev in:   1’emîn Enes Meçîn: “Evînên Ji Şîr-Şihitî”   Mansiyon lê wek 2. û 3. hat qebûl kirin;   2’emîn Roza Budak: “Ji Bo Hêviyê Biqîrin” 3’emîn Selîm Suna: “Fêra Rengîn”   Beşdarên di kategoriya çîrokan de xelat qezenç kirin:   1’emîn Arzu Demirpolat: “Dema Kulîlk Vebin”   2’emîn Yılmaz Gur: “Xelat a Xweda”   Mansiyon lê wek 3. hat qebûl kirin;   3’emîn Yakup Guler: “Zêrîn û Dilê Biharê: Çîrokek li Çiyayên Elbatê”