Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê der barê şewatê de lêpirsîn da destpêkirin 2025-06-06 16:56:07   AMED - Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak diyar kir ku têkiuldarî şewata li Sîteya Rojava derketiye û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane lêpirsî dane destpêkirin. Di şewata li Sîteya Rojava ya li navçeya Peyas a Amedê de Bîrcan Çavdar û 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun têkildarî şewatê li ber avahiya şaredariyê daxuyanî dan.  Hevşaredar Serra Bucak diyar kir ku îxbara şewatê roja Pêncşemê saet 18.08’an hat, komên îtfaiyeyê di nava 5 deqeyan de gihiştin cihê bûyerê û mudaxileyî 44 personelan hate kirin. Hate tespîtkirin ku şewat ji valatiya şaftê ya elektrika li avahiyê çêbuye û di avahiyê de îhmalên cidî de hene. Di dema şewatê de gelek kes ji balkonê avahiyê hatin derxistin. 21 kes hatin rizgarkirin, lê 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.   Şaredariyê ji muteahît heya personelên şaredariyê, derbarê sazî û her kesê xwedî berpirsyarî, lêpirsîna îdarî da destpêkirin. Serra Bucak got ku lêpirsîn wê bi eşkere bê meşandin û raya giştî wê bi raporeke berfireh were agahdarkirin.