3’yemîn Konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd tê lidarxistin 2025-06-17 09:08:13   Leyla Ayaz – Rojda Aydin   AMED - Bi dirûşma “Bi yekitiya jinên kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” 3’yemîn Konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd tê lidarxistin. Endama platformê Devrîm Demîr, bal kişand ser konferansê û got: “Di hemû herîkina pêvajoya dîrokî de em dinêrin ku her tim jin bûye diyarde, bûye kirdeya hemû pêvajoyên civakî yên jiyanî. Ji ber vê hêviya me ev e ku platform bibe bingeha avakirina yekitiya neteweyî.”   Platforma Yekitiya Jinên Kurd ku di 23’yê Kanûna 2017’an de li Amedê di hevdîtina “Jinên Kurd pêvajoyê nîqaş dikin” de hat avakirin. Platform dema hat avakirin deklerayona pîvan û prensîbên xebatên platformê diyar kir û gotin: “Me bi armanca avakirina Yekitiya Neteweyî û li hemberî zilm û zordariya li ser nasnameya kurd û jinan û pişaftinê ‘Platforma Yekitiya Jinên Kurd’ damezirand.” Li ser vê perspektîfê bi salane kar û xebatên xwe didomînin.   Platforma Yekîtiya Jinên wê di 21-22 'ê Hezîranê de li Amedê Konferansa xwe ya 3’yemîn bi dirûşma “Bi yekitiya jinên kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” bê lidarxistin. Amadekariyên konferanê didomin. Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd û di heman demê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku qeyûm li şûna wê hat tayînkirin Devrîm Demîr derbarê armanca platformê, li dar xistina konferansê de ji ajansa me JINNEWS’ê re axivî.   Avakirina perspektîfeke hevpar   Devrîm Demîr, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca avabûna platformê û got: “Armanca avakirina platformê di meseleya kar û xebata jinên kurd de, avakirina perspektîfeke hevpar bû. Di çarçoveya perspektîfeke hevar de, li ser azadiya jinê de xwedî gotinek be,  gotineke hevpar bê afirandin platform hat avakirin. Li hember hemû pirsgirêkên jinê, di aliyê tundiyê de, di aliyê nasnameyê de, di aliyê civakî de li hember van pirsgirêkan de gotineke hevpar, ji bo ku reflekseke hevpar ên jinên kurd hebe hat avakirin platform. Di avakirina platformê de bi rastî gelek xebat hatin meşandin. Di sala 2017’an de kanferansa yekemîn hat lidarxistin. Beriya wê ji xwe xebateke dem dirêj ji bo avakirinê hat meşandin. Xebatên bi rêxistinkirina platformê hat meşandin. Helbet heta îro dem dem xebatên birêxistinkirinê berdewam kir.”   ‘Meseleya jinê meseleyeke hevpar e’   Devrîm Demîr, piştî ku behsa avabûna armanca platformê kir dû re jî bal kişand ser nêzîkatî û helwesta jinan a li hemberî avabûna platformê û got: “Her jinên ku me hevdîtin pêk anî ango me deriyên van xist, ji bo tevlîbûna platformê bi kelacaneke mezin pêşwaziya wê xebata platformê kirin. Ji ber ku meseleya jinê meseleyeke hevpar a hemû jinan e. Meseleya tundiya li hemberî jinê, meseleya hevpar a hemû jinan e. Meseleya polîtîkayên asîmîlasyonê, polîkayên qirkirinê ya li ser ziman, li ser çanda kurdî, li ser nasnameya neteweyî ya kurdî, meseleya hemû jinên kurd e. Ji ber vê yekê jî fikr û raman çi dibe bila bibe, dema xebata avabûna platformê dibhistin kelecanî dibûn. Hestên xwe bi kêyfxweşî dianîn ziman. Ev hişmendî û nêzîkatî heta îro jî bi tevlîbûna xwe diyar dikin.”   Xetek hevpar a têkoşînê   Devrîm Demîr, di berdewamiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser konferasên ku demên borî hatî lidarxistin: “Ji xwe konferansa yekemîn di sala 2017’an, ya duyemîn jî di sala 2019’an de pêk hat. Konferansa ku di sala 2019’an de hatî lidarxistin, hinek berfireh bû. Ji ber ku ne tene bi tevlîbûna pêkhateyên bakur pêk hat. Ji aliyên din ên Kurdistanê jî tevlîbûn çêbûn. Delegasyon hinek din berfireh bû. Di her du konferansan de perspektîfa giştî ya ku derket holê û di encamnameya ku derket holê de; li ser xeteke hevpar têkoşîna jinê bê mezinkirin û xurtkirin. Nîqaşên ku di konferansê de derketin holê, perspektîfa ku derket holê jî li ser yek xetê bû. Ev jî xeta hevpar a têkoşîna jinê û mezinkirina têkoşîne bû.”   Avakirina bingeha yekitiya neteweyî   Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Devrîm Demîr, li ser hevdîtinên ku li Başûrê Kurdistanê pêk hatî û derbarê bandora xebatan a li ser aliyên Kurdistanê de wiha nêrînên xwe anî ziman: “Armanca xebatên platformê ji bo avakirina bingeha avakirina yekitiya neteweyî ye. Hemû hevdîtên ku pêk tên û her wiha di serdanên ku pêk tên de bi hesteke erênî pêşwazî dikin. Em dikarin Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd a ku li Amedê hatî lidarxistin mînak bidin. Hem Diyaspora û aliyêndin ên Kurdistanê jî tevlîbûnek pêk hat û girîng bû. Niha rastiyek heye ku têkoşîna jinan a li Bakurê Kurdistanê bandorê li aliyên din ên Kurdistanê jî dike. Ev yek di xebatên dîplomatîk aliyên din û Diyasporayê, pêkhateyan re tên kirin de derdikevin holê. Çavê hemû rêxistinên jinan û bi taybetî jî rêxistinên jinên cîhanî li ser têkoşîna jinên kurd e. Bi taybetî jî tevgera jinan a Bakurê Kurdistanê. Ji ber ku xwedî mîrateyeke mezin e û bandorê li ser deverên din jî kiriye. Li Başûrê Kurdistanê jî gelek pêkhateyên jinan, partiyên siyasî yên cuda cuda re hevdîtin hatin kirin. Di hemû hevdîtinan de tişta ku derket holê xeta têkoşîna jinan a Bakur pir bi nirx tê dîtin. Hinekî jî bendawariya wan jî heye. Ji bo Başûr, ji bo Rojhilatê Kurdistanê û heta Rojavayê Kurdistanê. Ji bo xurtkirina têkoşîna hevpar hinek li benda perspektîfa Bakurê Kurdistanê ne. Ev yek pir bi zelalî di hemû nîqaşan de derket holê. Helbet berpirsiyariya jinên kurd ên Bakur jî di vê helê de heye. Tecrûbeya xwe ya bi salan a di têkoşîna azadiya jinê de li hemû deverên din belavbikin.”   Amadekariyên konferansê didomin   Devrîm Demîr di berdewamiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser amadekariyên 3’yemîn Konferansa Platforma Jinên Kurd: “Konferansa Platforma Jinên Kurd dê di 21 û 22’yê Hezîranê li Amedê bê lidarxistin. Konferansa 2’yemîn di sala 2019’an de li Amedê hat lidarxistin. Lê tevlîbûna vê konfernasê ya delegasyonê ne tenê yên Bakur bû. Ji Başûr, Rojhilat û Rojava jî tevlîbûn pêk hatibûn. Ev konferansa 3’yemîn bi taybetî tenê bi tevlîbûna pêkhateyên Bakur e. Dê bi delegasyona Bakur re bê lidarxistin. Wek 101 kes wek delege hat fikirandin. Helbet dibe ku heta roja dawî jî ji ber şert ev hejmar dibe ku kêm jî bibe û zêde jî bibe. Wek komîsyona amadekar 101 kes hat diyarkirin. Di nava 3 û 4 mehan de xebateke berfireh hat kirin. Amadekarî ji bo konferansê tê kirin û aliyek jî xebatên rêxistinkirinê tên meşandin. Bi qasî 60 kesî re bi taybetî jî kesên nû ne, yek bi yek hevdîtin hatin kirin ku tevlî xebatên platformê bibin, bibin pêkhateya platformê. Hevdîtinên ku hatin kirin bi erênî bûn, bi kêyxweşî nêz dibûn. Ev kes ji kî pêk tên, helbet temsîliyeta partiyên siyasî heye, temsîliyeta saziyên sivîl jî heye, kesên ku bi nasnameya xwe xweser takekesi tevlîdibin jî hene. Konferans ji pêkhateyeke tevlihev pêk tê. Tişta esas, li ser xeteke hevpar bên cem hevdû ye. Ev jî meseleya kurdbûyîn û jinbûyîn e. Bi fikreke neteweyî, pirsiyariyek avakirina bingeha yekitiya neteweyî, li ser hişmendiya jina azad di platformê de hatine cem hev. Kesên ku di nav platformê de cih digirin, ji pêkhateyên cuda, ji partiyên siyasî yên cuda cuda, kesên xwedî bîrdoziyên cuda cuda ne. Yek rastiyan wan heye, nasnameyeke jinbûyîn û kurdbûyîn e. Bi perspektîfa têkoşîna jina azad avakirina bingeha yekitiya neteweyî ye û hêz dayîna avakirina neteweyî ya giştiye jî.”   Di konferansê de 4 kargeh   Devrîm Demîr derbarê kargehên ku dê di konferansê de bên lidarxistin de wiha axivî: “Di konferansê de roja yekem piştî nîvro, 4 kargehan dê bên lidarxistin. Her kargeh dê bi sernavek û mijarek bê lidarxistin. Hinek mijarên sereke hene ku hemû jinan, jinên hemû fikr û ramanan, jinên hemû bîrdoziyan eleqeder dike hene. Yek ji wan meseleya tundî û qirkirina li ser jinê ye. A duyem dîsa polîtîkayên qirkirinê ya li hemberî çand, ziman û nasnameya neteweya kurd e. Dîsa meseleya ku niha di rojeva giştî de tê nîqaşkirin, avakirina pêvajoya civaka aştî û demokratîk e. Di avakirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk de rol û misyona jinê, jin dê rolek çawa bigire ser xwe. Bandora jinê di avakirina vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de çawa be. Di kargehê de di vê çarçoveyê de nîqaş dê bên kirin. Me carek din jî got, her roj polîtîkayên qirkirinê û tundiyê ya li hemberî jinê mezin dibe. Li her dere cîhanê, ne tenê pirsgirêka Kurdistanê, yan jî ya Tirkiyeyê ye. Ew pirsgirêka hemû cîhanê ye. Her çar aliyên Kurdistanê divê xeteke hevpar a têkoşînê ya li dijî tundiya li ser jinê û her wiha derxistina perspektîfekî ye. Di kargehê de hinek nîqaş li ser vê bên kirin. Dîsa meseleya me ya herî girîng, em civakeke ku neteweyeke ku li ser hebûna wê, li ser nasnameya wê, li ser zimanê wê, li ser çanda wê polîtîkayeke qirkirinê û bişaftinê tê meşandin. Di vir de beşa ku herî zêde ji wan polîtîkayan zirarê dibînin jin in. Meseleya ziman, meseleya çandê ya ku bi qedexeyan re rû bi rû dimînin, de li ser nîqaşan bikin. Di parastina çanda kurdî de rol û mîsyona jinê çi ye, divê çi bike, dê nîqaşan bikin. Di parastin û pêşxistina zimanê kurdî de rol û misyona jinê dê bi van sernavan bê nîqaşkirin. Delegasyon dê li ser van 4 beşan nîqaşên xwe bikin. Dê roja duyem jî dê nîqaşên ku van kargehan de hatine kirin bên nîqaşkirin û wek encamname bên diyarkirin û parvekirin.”   ‘Dê bibin çavkaniya nexşerêya giştî’   Devrîm Demîr, daxuyand ku xebatên bi vî rengî bi xwe erênî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xebatên bi vî avayî erênî ne. Hem li ser civakê û hem jî li ser hemû jinan bandoreke erênî dike. Ez bixwe di gelek hevdîtinan de amade bûm. Di dema dawiyê de jî. Jinên ku heta niha qet di nav pêkhateyekê de cih negirtine jî hebûn. Jinên ku di pêkhateyan de cih girtine lê di xebatên wisa de bi perspektîfa avakirina bingeha yekitiya neteweyî de cih negirtine jî hebûn. Hemû jinên ku bi wan re hevdîtin hatin kirin kelecanî bûn ji nexşerêyê kelecan bûn. Ev yek jî nîşan dide ku bandorê hem li jinan û hem jî li civakê dike. Ji xebatên me yên borî jî hinek diyar e. Her carê ku li hember bûyereke civakî ku platformê gotina xwe got an jî daxuyaniyek dan an jî xebatek dan meşandin di nava raya giştî de çawa erênî hat pêşwazîkirin, nîşaneya wê jî hene. Hemû cîhan dizanin ku di pêşengtiya jinê de hemû xebatên ku tên kirin bandorê li civaka giştî dike, îro herî zêde jinên kurd şahidê vê yekê ne, îro têkoşîna jinên kurd bû çavkaniya têkoşîna hemû jinên cîhanê. Ev jî vê rastiyê nîşan dide. Em bi hêvî ne. Bi rastî di demên dawiyê de li ser yekitiya neteweyî nîqaş tên kirin. Platforma Yekitiya Jinên Kurd dê bingeha yekitiya neteweyî ya giştî jî xurt bike. Dê hinekî bibe çavkaniya nexşerêya giştî jî.”   ‘Jin her tim bûne diyarde û kirde’   Devrîm Demîr wiha dirêjî da axaftina xwe ya rola jinan a di  nav avakiriya yekitiya neteweyî: “Li gorî giştî jin çêker e. Jin her tim meseleya çêkirinê, meseleya avakirinê ji xwe re esas digire. Dibe ku ji fikr û ramanên pir cuda hebin, dibe ku xwedî bîrdoziyên bir cuda bin jî lê tişta ku li ser hev dikin hene. Yek meseleya nasnameya jinbûyînê, behtir dikarin zû bighîn hevdû. A din jî êşa jinan ên hevpar hene di  nav civakê de. Di şer de yên ku herî zêde êşê dikişine, mexdûriyetê dikişinin jin in. Di pêvajoya avakirina aştî û civaka demokratîk de jî herî zêde jin xwedî gotin û îrade dîsa jin in. Di hemû herîkina pêvajoya dîrokî de dinêrin ku her tim jin bûye diyarde, bûye kirdeya hemû pêvajoyên civakî yên jiyanî. Ji ber vê hêviya me ev ê ku platform bibe bingeha avakirina yekitiya neteweyî.”   Devrîm Demîr wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî li dar xistina konferansê dê xebatên me bidomin. Ev platform ji bo ku xwe her tim mezintir bike dê di nava hewldanan de bin. Bangawaziya min ev ê ku hemû jinên ku xema wan a civakî hebe, xemeke wan a nasnameya jinbûyîn an jî neteweyî hebe, an jî li hember polîtîkayên bişaftinê yên li ser zimanê xwe, li ser çanda xwe xemek wan hebe, xemek wan a neteweyî hebe bila bibin aliyeke vê pêvajoyê.”