Ji jinan rojên sohbetê 2025-06-18 10:00:56   AMED - Pirtûkxaneya Berhemên Jinan ku di çarçoveya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê de kar dike, bi dirûşma “Ji Zanatiya Qedîm Ber bi Jiyana Azad Ve” 4 panelên cihê li dar dixe.    Pirtûkxaneya Berhemên Jinan ku di çarçoveya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê de kar dike, bi dirûşma “Ji Zanatiya Qedîm Ber bi Jiyana Azad Ve” 4 panelên cihê li dar dixe. Di van bernameyên ku li pey şopa bîra jinan digerin de, jin dê tecrûbeyên xwe parve bikin û qadeke hevpar a afirîner bê avakirin. Di çarçoveya bernameyê de, di nav 4 hefteyan de semînerên cihê dê bên dayîn û ezmûn bên ragihandin. Detayên vê bernameya watedar ku ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ve tê organîzekirin û hemû jinan vedixwîne, wiha ne: Rojda Yildiz dê li ser “Zayendiya Civakî”, Figen Aras li ser “Li Mezopotamyayê Kelepora Berxwedana Jinan”, Gulay Tekîn li ser “Hezkirina Cins”, Ayşegul Ayaz jî li ser “Hevjiyana Azad” pêşkêşiyan bikin. Tê payin ku jin eleqeyeke mezin nîşanî van bernameyan bidin. Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan bi van rêzehevpeyvîn û xebatan armanc dike ku tevkariyê li pêşketina kesayetî ya jinan bike û di rêwîtiya rizgariya kesayetî de piştgiriyê bide wan.   Bername:   Rojda Yildiz- Zayendiya Civakî   Mêjû: 19 Hezîran 2025, Pêrşem  Seat: 14.00    Cih:  Pirtûkxaneya Berhemên Jinan ya Parka 75’an   Figen Aras- Li Mezopotamyayê Kelepora Berxwedana Jinan   Mêjû: 26 Hezîran 2025, Pêrşem, Seat: 14.00    Cih:  Pirtûkxaneya Berhemên Jinan ya Parka 75’an   Gülay Tekin - Hezkirina Cins   Mêjû: 2 Tîrmeh 2025, Çarşem, Seat: 14.00    Cih:  Pirtûkxaneya Berhemên Jinan ya Parka 75’an   Ayşegül Ayaz- Hevjiyana Azad   Mêjû: 10 Tîrmeh 2025, Pêrşem, Seat: 14.00    Cih:  Pirtûkxaneya Berhemên Jinan ya Parka 75’an