Eyşe Şan piştî 29 salan li Amedê hat veşartin 2025-06-18 10:23:35   AMED - Cenazeyê hunermenda Kurd Eyşe Şan, li gorî wesiyeta wê, piştî 29 salan li Amedê hat veşartin.   Cenazeyê hunermenda Kurd Eyşe Şan, ku di 18'ê Kanûna 1996'an de li Îzmîrê jiyana xwe ji dest da, piştî 29 salan, li ser wesiyeta wê, anîn bajarê Amed. Cenaze anîn balafirgehê û ji aliyê Parlamenterê DEM Partiyê yê bajarê Amedê Serhat Eren, hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amed û hevşaredarên navçeyan, Hevseroka GABB Neslihan Şedal û gelek kesên din ve hat pêşwazîkirin.   Cenazeyê Eyşe Şan bi beşdariya Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokên Şaredariya DEM Partiyê, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û bi sedan kesan li Goristana Yenîkoyê hate veşartin. Girseyê bi dirûşmeya "Jin jiyan azadi" cenaze veşart.    Piştî veşartina Eyşe Şan, gul li ser gora wê hatin danîn û dua hatin xwendin. Piştre, stranên Eyşe Şan hatin gotin.   Kurê Eyşe Şan, Murat Kerse, piştî definkirinê axivî û got ku ji niha û pê ve, diya wî emanetî gelê kurd e.      'Ev daxwaza gelê Kurd bû'   Yuksel Avşar a xizma malbata Eyşe Şan, got, "Ez niha pir xirab im. Ez dixwazim spasiya her kesê ku beşdarî kiriye bikim, lê ez naxwazim vê yekê bi xwe an kesekî din ve girêbidim. Ev daxwaza gelê Kurd bû. Ez bawer im ku gelê Kurd wê wekî wijdanê xwe biparêze. Wan gelek sirgûn dîtine û gelek êş kişandine."   Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Zînê Dînçer jî diyar kir ku wan di konferansek ku berî bi salan li dar xistibûn de biryarek wisa dane. Zînê Dînçer got, "Em spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dikin. Wan Eyşe Şan anîn bajarê wê. Ew niha emanetî Kurdan hatiye kirin. Her Kurd bi ziman û çanda xwe tê nasîn, û Eyşe Şan jî bi vî rengî tê nasîn."   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî got: "Îro ji bo me dîrokî û bi rûmet e. Ez dixwazim spasiya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, bikim, ku ji sala 2007'an vir ve ev xebat pêk anîne. Eyşe Şan îro li malê ye, li welatê xwe ye, bi diya xwe re ye..."   Merasîma cenaze piştî axaftinan bi dawî bû.