MKG: Bila rojnameger Sevda Erkilinç were berdan 2025-06-20 14:04:21   STENBOL - MKG’ê ji bo rojnameger Perîhan Sevda Erkilinç daxuyanî da û got: "Divê dawî li pêkanînên cudakar û xemsar ên li dijî hemû girtiyên nexweş ên di girtîgehê de were anîn.    Divê mafê tenduristiyê di girtîgehan de were misogerkirin û ji bo nexweşên çolyakê divê parêzên taybet werin peydakirin."   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî nûçegihana rojnameya Ozgur Gelecekê Perîhan Sevda Erkilinç ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin û nexweşa çolyakê ye, li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya azad bêdeng namîne” û wêneyên Perîhan Sevda Erkilinç hatin hilgirtin. Gelek rojnameger û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn.    Li ser navê MKG’ê Yadîgar Aygun daxuyanî da û got: Li Tirkiyeyê zextên li ser rojnamevan û medyayê bênavber berdewam dikin. Her çend rojnamevan bi awayekî neqanûnî têne girtin jî, hema hema her roj lêpirsîn an doz li dijî rojnamevanekî têne vekirin. Bi taybetî di serdemeke wiha de ku nîqaş li ser demokratîkbûna Tirkiyeyê têne kirin, ev zext û êrîşên li ser çapemeniyê fikarên me yên li ser pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê zêde dikin. Ji ber ku em dizanin ku heke çapemenî li cîhekî azad nebe, li wir demokrasî tune ye.   Her çiqas şert û mercên rojnamegeriyê li Tirkiyeyê hema bêje ji holê rabûbin jî, em di pêvajoyekê re derbas dibin ku rojnamevanên jin bi taybetî têne hedefgirtin. Patriyarka û amûrên wê yên desthilatdariyê bi taybetî rojnamevanên jin hedef digirin. Jin, sosyalîst, çapemeniya azad û xebatkarên çapemeniya muxalefetê bi rêya binçavkirin, girtin û zextên sîstematîk têne bêdengkirin. Îro, em li vir in ku bibin dengê yek ji rojnamevanên jin ên ku ji hêla vê zextê ve hatine hedefgirtin. Ji bo em dengê nûçegihana rojnameya Ozgur Gelecek Perihan Sevda Erkilinç, bidin bihîstin û em li vir in. Perihan Sevda Erkilinç rojnamevanek e ku hewl dide bibe dengê karker, jin, kesên LGBTI+ û gelên bindest.   Perihan Sevda Erkilinç, di operasyonên ku di 29'ê Nîsana 2025'an de, beriya 1'ê Gulanê, hatine kirin de hat binçavkirin û di 2'yê Gulanê de bi awayekî neqanûnî hat girtin.  Civînên HDKê, beşdarbûna di 1'ê Gulanê de, beşdarbûna çalakiyên jinan, nîşandana hevgirtinê bi girtiyan re û rojnamevaniya Perihan Sevda Erkilinç, wekî sûc hatin hesibandin. Her wiha ew bi bikaranîna "navê kod" hat tewanbarkirin. Çalakiyên rojnamegeriyê yên qanûnî careke din hatin "terorîzekirin" û veguhertin amûrek zilmê.   Perihan Sevda Erkilinç ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê girtin, pê re nexweşiya çolyakê jî heye û di girtîgehê de bi binpêkirinên mafên giran rû bi rû dimîne. Mafê parêzek bê gluten, ku ji bo jiyaneke baş pir girîng e.Ev maf ji bo Perihan Sevda Erkilinç nayê dayîn. Tevî raporên fermî yên teşhîsa çolyakê jî, rêveberiya girtîgehê xwarinên bê gluten nade û xwarinên taybet ên ku di destpêkê de didan wê, paşê hatin birîn.   Bi heman awayî, dermanên ku ew hewce dike ku ji bo nexweşiya xwe bikar bîne nayên dayînê û mafê wê yê çûyîna revîrê bi awayekî sîstematîk tê redkirin. Xizmetên tenduristiyê vediguherin navgînek cezakirinê, carinan jî ew ji bo demek dirêj li ber derî radiweste. Ev tenê yek mînakek ji pêkanînên îhmalkar û cudakar ên li dijî girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê ye.   Rojnamevan Perihan Sevda Erkilinç di heman demê de ku ji bo jiyana xwe têdikoşe, di girtîgehê de bi tenê dimîne û şert û mercên wê roj bi roj girantir dibin.   Daxwaz û Banga Me:   * Divê rojnamevan Perihan Sevda Erkilinç tavilê were berdan.   * Divê dawî li pêkanînên cudakar û xemsar ên li dijî hemû girtiyên nexweş ên di girtîgehê de were anîn.    *Divê mafê tenduristiyê di girtîgehan de were misogerkirin û ji bo nexweşên çolyakê divê parêzên taybet werin peydakirin.   * Divê azadiya çapemeniyê û zexta li ser rojnamevanên jin were bidawîkirin.   *Divê îşkenceya lêgerîna tazî were rawestandin. Li gorî qanûnên navneteweyî û peymanên ku ji hêla Tirkiyeyê ve hatine îmzekirin, lêgerîna tazî sûc e. Em vê yekê qebûl nakin.   Wekî xebatkarên çapemeniyê, parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên jinan û raya giştî ya demokratîk, bûyina dengê rojnamevan Perihan Sevda Erkilinç ne tenê hevgirtinek takekesî ye; ew di heman demê de parastina rojnamegeriyê, azadiya jinan û mafê mirovan ê wergirtina nûçeyan e.   "Rastî şoreşger e. Em ê bêdeng nemînin!"   Rojnameya Ozgur Gelecek bi qedexeyên gihîştinê, serdegirtinên malan, binçavkirin û girtinan gelek caran hat hewl dan ku bêdeng bibe.   Lêbelê tu zext nikarî vî dengî bêdeng bike.   Rojnamegerî ne sûc e.   Jin bêdeng namînin, rastî nayê bêdengkirin.   Rojnamevan Sevda Erkilinç ne bi tenê ye!    Ji bo girtiyên nexweş azadî !    Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin!"   Ji Jinên Yenî Demokratê Nurgul Ucî, endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mehmet Acettîn û ji Kovara Onsozê Ozlem Oral jî xwestin Perîhan Sevda Erkilinç tavilê were berdan.