Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket 2025-08-18 10:22:24     NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 296’emîn de bi manşeta “Divê ev dijminatî rawest e” derket.    Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 296’emîn de bi manşeta “Divê ev dijminatî rawest e” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, di vê hejmara xwe de cih daye hevpeyvîna bi Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim re. Salih Muslim li ser rewşa heyî ya Sûriyeyê û rewşa siyasî ya Kurdan nirxandinên girîng û berfireh dike. Salih Muslim diyar dike ku armanc û têkoşîna wan ji bo Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk e.    Rojname di surmaşeta xwe de jî cih da Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û yek ji pêşengên Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî ku HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 6’ê Nîsana 2021’an di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest daye.    Di hejmara vê hefteyê de nivîsên Feratê Dengizî, Arslan Ozdemîr, Felemez Ulug, Medenî Ferho, Kurdistan Lezgiyeva, Hisên Çatikkaş, Prof. Dr. Abulîllah Polat, Mihemed Kurdî, Dildarê Amedê, Mehmet Akdogan, Rohat Bulut û Serdar Altan.