Cenazeyên 2 jinan hatin dîtin 2025-08-21 19:27:05   MÊRDÎN - Li navçeya Artukluyê cenazeyên 2 jinên ku tê texmînkirin 10 roj berê jiyana xwe ji dest dane, hatin dîtin.   Li Taxa Tekerê ya navçeya Artuklu ya Mêrdînê cenazeyên 2 jinan di malekê de hatin dîtin. Li gorî agahiyan; welatiyên taxê yên bêhna cenazeyan çû wan, agahî dan û li cihê bûyerê komên tenduristiyê û polîs hatin sewqkirin. Ekîb, piştî çilingaran derî vekirin têketin hundirê malê. Li malê cenazeyên Leyla Işiktaş (60) û Muatter Işiktaşê (65) hatin dîtin.   Piştî lêkolîna cihê bûyerê, cenazeyên her du jinan ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.   Tê texmînkirin ku her du jinan 10 roj berê jiyana xwe ji dest dabin. Têkildarî bûyerê lêkolîn hate destpêkirin.