Jinên li Girtîgeha Sîncanê name şandin 2025-08-25 12:30:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên girtî yên li Girtîgeha Sîncanê diyar kirin ku ew baweriya xwe bi perspektîf û analîzên siyasî yên Abdullah Ocalan tînin û amade ne ku ji bo "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" têkoşînê bidin.   Jinên girtî yên li Girtîgeha Sîncanê nameyek nivîsandin. Di nameyê de redkirina axaftina bi Kurdî ya Dayika Aştiyê Nezahat Teke ku ji aliyê "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xuşk -Biratî û Demokrasiyê" ya ku vê dawiyê li Meclîsê hatiye damezrandin nirxandin.   Nameya ku ji aliyê jinên girtî ve hatiye nivîsandin wiha ye:   Koka peyva "trawma" di Yewnanî de "birîn" e. Hêza van birînan çêdike ji xwezayê tê, ew dikare wekî "apet" were ravekirin; dema ku ew ji mirovan tê, ew dikare wekî wêrankeriya ku ji hundir derdikeve were ravekirin. Ji bo mirovên ku em ê li vî welatî bi wan re bijîn bigihîjîn vê astê em  bi sebir li bendê man. Her çend birînên me diêşin jî, me qet hêviya xwe winda nekir ku vê carê, bi mirovên rast re, em ê bigihîjin armanca xwe. Ji ber ku di vê pêvajoyê de, girîng e ku li dora prensîba hêviyê em bibin yek. Axir, em dibêjin, "Hêvî Ji Raperînê Hêjatir e."   Lêbelê, helwesta ku li hember Dayikên Aştiyê di civîna 19'ê Tebaxa 2025'an de, ya komîsyona ku ji bo çareseriyek demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd hatiye damezrandin, me sedsalek paşve bir. Di komîsyoneke ku ji bo çareseriyê hatiye damezrandin de, dikare were gotin, "Daxwaz li dijî rêgezan e," ji bo zimanekî ku ji hêla nêzîkî 50 mîlyon kesan ve tê axaftin. Ev jî ne bes e, dibêjin, "Ji bo ku em tiştekî ava bikin em yê din xira nekin."   Dayik bi dilê germ û geş wekî rojê, bi wêrekiyek mezin  bê şert û merc hatin komîsyonê. Wekî nûnerên mîlyonan dilên birîndar, wan xwest ku xwe li wir îfade bikin. Lê dîsa, nebû. Dayika Nezahat got, "Sond dixwim, ez pir êşiyam." Ne tenê ew, lê bi mîlyonan mirovên Kurd jî pir êşiyan. Rastiya ku qeyd dibêjin, "Di vê beşê de, xetîb peyvek ne-tirkî bi kar anî," bi zelalî nîşan dide ku rêbazên berê hîn jî di meriyetê de ne.   Ji Konfuçyus tê pirsîn, "Ger tu bihata ser desthilatê, dê yekem tiştê ku te bikira çi bû?" Konfuçyus bersiv da, "Pêşî, ez ê bi ziman re mijûl bibim. Ji ber ku heke ziman xelet be, peyv nayên fêmkirin. Heke peyv neyên fêmkirin, hevok xelet in. Heke hevok xelet bin, têgihîştin û fêhmkirin ne mumkin e. Heke nelihevhatin çêbibe, heke edalet têk biçe, di civakê de kaos û tevlihevî çêdibe. Ji ber vê yekê ez girîngiyek mezin didim ziman." Belê, ziman ji bo me jî girîng e. Di dawiyê de, înkar û asîmîlasyon bi ziman dest pê kir û şikestinên mezin çêkir. Xwezî hemû parlamenterên di komîteyê de bi hev re bigotana, "Bila dayik bi zimanê xwe biaxivin." Lê wisa nebû.   Wekî girtiyên siyasî yên jin ên Kurd ên li Zindana Sîncanê, em vê pêvajoyê, tevî hemû kêmasiyan jî girîng dibînin. Em baweriya xwe bi perspektîfa têgihîştî û analîzên siyasî yên Birêz Abdullah Ocalan tînin. Em dixwazin careke din diyar bikin ku em amade ne ji vê pêvajoyê r bibin bersîv ku  ji bo aştî û civakek demokratîk misoger bikin. Lêbelê, em vê jî meraq dikin, ger hîna tehemûlî zimê me nayê kirin we ev yek çawa çareser bibe. Em ê her tiştê ku ji destê me tê bikin ku aştiyek mayînde û bi rûmet bi dest bixin.   Em ji Rêberê xwe re, ku 26 salan bi berxwedanek destanî li Girava Îmraliyê pêşengiya vê pêvajoyê kir û ji hevalên xwe yên wêrek ên li giravê re spasdar in. Em her kesê ku beşdarîyek erênî di vê pêvajoyê de kiriye silav dikin, bi hêviya ku em dîsa di govendên aştiyê yên ku ji hêla dayikên me ve têne rêvebirin de bicivin. Em dixwazin bi gotinek ku dayikên me di jiyana xwe de pir bi kar tînin gotina xwe diqedînin : "Xwedê heqqê me ji we re nehêle!"   Girtiyên Siyasî yên Jin ên Girtîgeha Sîncanê   21'ê Tebaxa 2025'an