Komîsyon li serokên meclisê guhdar dike: Divê dev ji înkarê bê berdan 2025-08-28 13:51:38     ENQERE - Di civîna îro ya 7'emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de, komîsyonê li serokên berê yên meclisê guhdar kir. Bulent Arinç ku li civîna komîsyonê axivî, diyar kir ku divê daxwaza welatîbûna wekhev a Kurdan û mafê hêviyê yê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi cih bêne anîn.   Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî cara 7'emîn li hev kom bû û li serokên berê yên meclîsê û siyasetmedaran guhdarî kir.   Bulent Arinç li civîna komîsyonê axivî, bal kişand ser daxwaza welatîbûna wekhev a Kurdan û destnîşan kir ku divê 'Mafê Hêviyê' teqez bi cih bê anîn.   Bulent Arinç got, "Em dikarin Destûra Bingehîn biguherînin. Ji xwe ji 3 paran zêdeyî 2 parên xwe hatin guhertin. Ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi destûreke bingehîn a hemdem, azadîparêz heye ku xalên xwe hîn kêm bin. Lê belê wezîfeya vê komîsyonê amadekirina destûra bingehîn a nû nîne."   Di mijara welatîbûna wekhev de Bulent Arinç got, "Bi gotinên hişk û vala nabe. Tê gotin, em xwişk-bira ne, mîna goşt û neynûkê ne. Ev rastiyên esasî nînin" û bi vî rengî dewam kir, "Di asta heyî de derya qediya, keştî gihîştiye bejahiyê."   Di mijara mafê hêviyê de jî Bulent Arinç got, "Divê em nebêjin gelo wê kî sûdê jê werbigire. Di ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re 10 sal derbas bûn."   Bulent Arinç her wiha diyar kir ku siyasetmedarên neçar mane biçin derveyî welat û Selîm Sadak vegerin welêt.   Bulent Arinç işaret bi mecbûriyeta bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn kir û got, mewzûateke înfazê ya wekhev û adil, her wiha sererastkirinên weke efûya giştî dikarin bi cih bêne anîn.   Bulent Arinç got, "Divê komîsyona me li pêşberî rastiyên Tirkiyeyê van gavên bi wêrekî biavêje ku pêvajoya ji aliyê Bahçelî ve bi wêrekî hate destpêkirin bi ser bikeve."   Serokê meclîsê yê berê Hîkmet Çetîn jî îdîa kir ku yên çek bi kar anîne û yên bi kar nenanîne dikarin ji hev bêne cudakirin, hin PKK'yî dikarin ji derveyî welat re bêne şandin û welatên weke Swêd, Norwêc, Danîmarka û Efrîkaya Başûr pêşniyar kir.   Omer Îzgîr jî diyar kir ku yên sûc kirine wê cezayê xwe bikişînin, guhertinên destûra bingehîn jî di rewşeke pêwîst de dikare bê kirin.