Li Başûrê Kurdistanê di 7 mehan de 18 jin hatin kuştin 2025-09-04 14:46:40     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor agahiyên li ber dest, di meha Tebaxê de li Herêma Kurdistanê 3 jin hatine qetilkirin û 5 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.   Li gorî amarên ku ROJNEWS'ê ji nûçeyên li ser çapemeniyê derketine berhevkiriye, di meha borî de (Tebax) 3 jin hatine qetilkirin û 5 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.    Li gor amarên li ber destê ROJNEWS'ê, di nava heft mehên despêkê yên îsal de li Herêma Kurdistanê 18 jin hatine qetilkirin û 12 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane, 5 jin jî birîndar bûne. Her wiha 2 jin jî neçarî xwekuştinê hatine kirin. Li aliyê din jî ji aliyê endamên asayîşa Silêmaniyê ve tûndûtijî li beramberî 4 mamosta û çalakvanên jin hatiye kirin